Bertek nîşanî qedexekirina weazên bi Kurdî da: Divê miftî lêborînê bixwaze

Parve bike:
AGIRÎ - Hevberdevkê MÎA-FED a Agiriyê Îlhan Tan, bertek nîşanî qedexekirina xutbeyên bi Kurdî ya ji aliyê Muftiyê Giyadînê ve da û got: "Divê Muftî lêborînê ji Kurdan bixwaze."
 
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, xutbeyên bi Kurdî li mizgeftan hatin qedexekirin. Muftiyê Giyadînê bi rêya komeke WhatsAppê ferman da berpirsên olî ku ji bilî Tirkî bi tu zimanî xizmetê nekin.
 
Hevberdevkê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) a Agiriyê Îlhan Tan, biryara Muftîtiyê nirxand û got ku parastina zimanê dayikê ferzeke olî ye.
 
'ÎNKARKIRINA ZIMANEKÎ ÎNKARKIRINA AYETA QURANÊ YE'
 
Tan destnîşan kir ku ew li dijî feraseta qedexeker in û got: "Her kesê ku îdîa dike ku ew dîndar e û dûv re zimanekî qedexe dike, di rastiyê de Xwedê û ayetên Wî înkar dike. Ziman di vê olê de xeta sor e. Înkarkirina Kurd, Tirk an Ereban înkarkirina Quranê ye. Ji ber vê yekê, qedexekirina xutbeyên Kurdî ji hêla Muftiyê Giyadînê ve hem ji bo ola Îslamê û hem jî ji bo gelê Kurd heqareteke mezin e."
 
Tan wiha domand: "Ma ew kesên ku zimanekî înkar dikin li ber Xwedê û ola Pêxember Muhammed şerm nakin? Ez bang li Muftiyê Giyadînê dikim: heke hûn îdîa dikin ku hûn dîndar in, divê hûn tavilê ji Kurdan lêborînê bixwazin. Heke hûn nekarin vê yekê bikin, divê hûn îstifa bikin, ji ber ku pereyê ku hûn bi înkarkirina ayeteke Quranê qezenc dikin ne helal e."
 
'ZIMAN WEKİ DUA Û ROJIYÊ FERZ E'
 
Tan diyar kir ku fêrbûn û parastina zimanê dayikê "weki nimêj, rojî û hecê ferz e" û got: "Em dixwazin ku Kurdî ji kreşên zarokan bigire heya zanîngehê bi fermî bê naskirin. Ger zimanek fermî nebe, ew mehkûmî windabûnê ye. Ger zimanê gelekî winda bibe, gel bi xwe jî winda dibe. Zimanê me dêya me ye; çawa ku dêya me pîroz e, zimanê me jî pîroz e. Yên ku zimanê wan tune be, ola wan jî tune ye."