Dema lijneya giştî ya Amedsporê diyar bû
- Spor
- |
- 12 Gulan 2026 15:04
- |
AMED - Amedspor ku çû Lîga Super, dê di 1'ê Hezîranê de Lijneya Giştî ya Asayî li dar bixe.
Dema civîna Linneya Giştî ya Asayaî ya Amedsporê ku çû Lîga Super, diyar bû. Lijneya Rêveber a Amedsporê, duh têkildarî dema lijneyê civiya. Li gor biryara di civînê de hat girtin, dê lijne di 1'ê Hezîranê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bê lidarxistin. Ger di civînê de hejmara piranî çênebe, dê civîna duyem di 8'ê Hezîranê de bê lidarxistin.
Dê bi lijneyê re rêveberiyan nû bê diyarkirin.