DÊRSIM - Prof. Dr. Gulnaz Karatayê, di çarçoveya windabûna Gulistan Dokûyê bal kişand ser bîra Dêrsimê û got: "Gulistan, bû yek ji trawmayên bijartî yên civakê."
Lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê ku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê winda bû, berdewam dike. Piştî şeş salan, 12 kes, tevî Waliyê Dêrsimê yê wê demê, Tuncay Sonel, hatin girtin. Windabûna Gulistan Dokûyê û ji nû ve vekirina lêpirsînê piştî şeş salan eguherî meseleyeke civakî. Ev lêgerîna şeş salan a ji bo edaletê di heman demê de bûye temsîla mafê şînê yê nehatiye bicihanîn. Gulistan Dokû çîrokên bi hezaran kesên ku li Dêrsim, Kurdistan û Tirkiyeyê winda bûne bi bîr dixe.
Akademîsyena Zanîngeha Mûnzûrê Prof. Dr. Gulnaz Karatay, rengvedana Gulistan Dokûyê ya li Dêrsimê û li civakê nirxand.
ŞÎNEKE KU 6 SAL IN NEHATIYE DANÎN
Gulnaz Karatayê gotinên dayika Gulistan Dokûyê Bedriye Dokûyç bi bîr xist ku gotibû, "Diyariya herî xweşik a Roja Dayikan ku ez dikarim bistînim gora keça min e," û wiha got: "Ev gotin, rewşeke pir dramatîk di warê rewşa derûnî ya jin û dayikan de nîşan didin. Ev xemgînî 6 sal in nehatiye çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, trawma wekî êşê di bîrê de dijî. Ew ne tenê di bîra dayikê de, di bîra Dêrsimê de jî dijî. Di vî warî de, peyama min ev e ku ez ji bo hemû miriyên me yên ku em nekarîn wan veşêrin gorekê dixwazim. Ji ber ku dema xemgînî neyê temamkirin û çareserkirin, ew rengekî dramatîk digire."
BANDORA LI BÎRA BAJÊR
Gulnaz Karatayê diyar kir ku doza Gulistan Dokûyê berdewamiya keçên winda yên Dêrsimê heta jinên winda yên îro temsîl dike û bi bîr xist ku aqûbeta gelek kesên winda hîn jî nayê zanîn. Gulnaz Karatayê bilêv kir ku yek ji sedemên ku mirov ji doza Gulistan Dokûyê bandor dibin, bêewlehiya ontolojîk e û got: "Ger civakek di serdema ku tê de dijî de nikaribe têkiliyên têrker di navbera rabirdû, pêşeroj û nihayê de ava bike, ger di vî warî de xwe ewle hîs neke, ger pêşerojê wekî ne diyar û rêça xwe wekî tevlihev bibîne, ew bêewlehiya ontolojîk dijî. Gulistan, di vî warî de, bandorek hişt ku bîra bajêr geş kir. Bi rêya doza Gulistan Dokûyê, em neçar man ku bi awayekî, bi hemû kesên winda yên ku me nekarî xatir ji wan bixwazin re rû bi rû bimînin. Niha tevahiya Tirkiye vê yekê dişopîne. Em ji vê re dibêjin 'trawmaya bijartî'. Em her roj gelek jinan winda dikin. Lê di nav van dozan de, em bi taybetî hin ji wan hildibijêrin û bi bîr tînin. Mînak, ev di doza kuştina Ozgecanê de qewimî. Gulistan jî bû yek ji trawmayên bijartî yên civakê. Bi rastî, ev doz xwedan aliyek temsîlî ye. Her ku civak berê xwe da vê qadê, kesên din ên winda jî derketin pêş."
Gulnaz Karatayê bal kişand ser wê rastiyê ku windabûna Gulistan Dokûyê dozek civakî-polîtîk e û got: "Sedemên di dînamîkê de ne tenê nîşan didin şêwazên tevgerên takekesî. Mînak, dema ku em li ser bûyerê kûr dibin, em xizaniya jinên ciwan, neçarbûna wan a xebatê, nekarîna wan a avakirina cîhekî ewle ji bo xwe dema ku vê yekê dikin, veguherîna vê yekê bo celebek îstismarkirinê, rewşa nebaş a jinan û nebûna mekanîzmayên parastina jinan li dijî vê rewşa nebaş dibînin. Ev ne tenê ji bo vê derê derbasdar e. Bi Gulistan Dokûyê re, me dest bi axaftina li ser bajarên derdorê û deverên civakî-polîtîk ên wekhev jî kiriye. Dibe ku hin xetereyên taybetî yên Dersîmê hebin, lê ez difikirim ku ev ji hêla destnîşankirina çerxa ku jin û xwendekar tê de ne girîng e. Dersîmê dikaribû pirsgirêkan di bin xalîçeyê de bixista, lê nekir. Ji ber ku rêxistinên jinan ên li Dersîmê ezmûn berhev kirine û hewl didin ku pirsgirêkan eşkere bikin."
Gulnaz Karatayê diyar kir ku ew dozên kuştina jinan dişopînin û wiha domand: "Di hin rewşan de, dema ku zexta raya giştî çêdibe, rewş ji nû ve tê nirxandin û dosye ji nû ve tên vekirin. Ev dîsa dikare bibe sedema nebaweriyê. Di vî warî de, mekanîzmayên edaletê hewce ne ku bi cezakirina sûc bêyî parastina sûcdar peyamên zelal ji civakê re bên dayîn ku sûc bê ceza nemînin. Bi taybetî di mijarên jinan de, heke ew vê hesasiyetê zêde bikin û bala xwe bidin peymanên navneteweyî yên ku em tê de beşdar in, ceza dê bêtir astengker bin."
MA / Ûgûrcan Boztaş