‘Kesên dibêjin em Kurd in divê bi Kurdî biaxivin'

Parve bike:

ŞIRNEX -  Rêveberên saziyên zimanê Kurdî, diyar kirin ku zimanê Kurdî ji ber zextan di xetereyê de ye û gotin ku pêwîst e di hemû aliyên jiyanê de bi Kurdî bê axaftin.

 
Piştî biryara Kongreya Neteweyî ya Kurd a di sala 2006'an de, 15'ê Gulanê her sal wekî "Roja Zimanê Kurdî" tê pîrozkirin. Her çend saziyên ziman û çandê li gelek bajarên Kurdistanê bi rêya qursên ku armanca wan belavkirina zimanê Kurdî ye perwerdehiyê didin jî, 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ya îsal dê li gelek navendan bi dirûşmeya "Perwerdehiya Kurdî, statuya Kurdî" bê pîrozkirin. Yek ji wan bajarên ku dê pîrozbahî lê bê kirin, Şirnex e. 
 
 
Nûnerên saziyên ziman ku di 10'ê Gulanê de bi Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê dest bi çalakiyan kirin, daxwazên xwe bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.
 
Rêveberê Komeleya Ziman û Çanda Birca Belekê Cahît Akil, bi bîr xist ku Mîr Celadet Alî Bedirxan di 15'ê Gulana 1932'yan de yekem hejmara kovara Hawarê bi alfabeya latînî weşandiye û got: "Em, hezkiriyên zimanê Kurdî ku ji bo wê têdikoşin, her sal têkoşîna xwe bi daxwazên ji bo naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî berfireh dikin. Îsal, me xebata xwe bi atolyeyekê dest pê kir. Em ê hewlên xwe zêde bikin da ku Kurdî bibe zimanekî fermî yê perwerdehiyê û di her aliyê jiyanê de hebe." Akil, girîngiya zimanê Kurdî ji bo Kurdan destnîşan kir û wiha domand: "Ziman tekane organa ku hebûna mirovekî nîşan dide. Ziman, nasnameya mirovan e. Ev ne tenê dirûşmeyek e ji bo Kurdan. Ziman, temsîla civatekê ye. Civatek bê ziman nikare hebe. Netewe bê ziman nikare hebe. Em bi vê hesasiyetê nêzî ziman dibin. Em dixwazin polîtîkayên sedsalên dirêj ên zext û asîmîlasyonê bi dawî bibin. Em ji bo vê yekê têdikoşin."
 
‘STATU JI BI KURDÎ'
 
Akil, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: "Em Kurd, ew kesên ku ji bo zimanê xwe têdikoşin, entegrasyona demokratîk bi awayekî erênî dibînin. Divê demildest bi rêziknameyên qanûnî statuyek ji Kurdî re were dayîn. Divê Kurdî bi fermî di her qonaxa perwerdehiyê de cih bigire. Divê hemû qedexeyên ku hebûna Kurdan asteng dikin tavilê bên rakirin. Ji bo ku van daxwazan bi dengekî bilind bên ragihandin, divê her kes bi ruhekî seferberiyê beşdarî çalakiyên ku di 15'ê Gulanê de bên lidarxistin bibe. Zimanê me yê dayikê ji bo me bi qasî şîrê dê pîroz e. Divê her kes têkoşîna ji bo zimanê Kurdî berfireh bike û daxwaza 'Perwerdehiya Kurdî, statu ji bo Kurdî' li her derê bilêv bike. Di vê çarçoveyê de, em ê daxwazên xwe bi rêya atolyeyan, meşan û pîrozbahiyan di 15'ê Gulanê de bilind bikin."
 
‘DIVÊ HER KES BI KURDÎ BIAXIVE'
 
Rêveberê Komeleya Ziman û Çanda Birca Belek Mûhîttîn Dûymak, diyar kir ku zimanê Kurdî îro di bin gefeke mezin de ye. Dûymak destnîşan kir ku her çend berê polîtîkayên asîmîlasyonê hebûn, niha polîtîkayên otoasîmîlasyonê derdikevin pêş û wiha domand: "Hin lêkolîn li ser ziman hene, lê ew ne li gorî ruhê vê serdemê ne. Ev jî xwerexneyek e. Em girîngiya pêwîst nadinê. Ji niha û pê ve, divê her kes bi hesasiyeteke mezintir nêzî perwerdehiya Kurdî, çanda Kurdî û hunera Kurdî bibe. Bêyî ziman û çand, civak dê hilweşe. Neavêtina gavan ji aliyê dewletê ve ji bo gavên ku têkoşîna azadiya Kurd îro avêtine, pêvajoyê asteng dike. Divê zimanê dayikê bi qanûnana bê garantîkirin. Ev nikare bi dersên bijarte yên li dibistanan bê kirin. Divê her kesê ku xwe wekî Kurd bi nav dike bi Kurdî biaxive. Divê her kes li malên xwe dest bi vê yekê bike."
 
‘HER MAL DIBISTANEK'
 
Rêvebera Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî Evîn Kuljayê jî destnîşan kir ku zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevin ên zindî ye û got: "Tevî gelek polîtîkayên zordar, zimanê Kurdî heta roja îro maye, lê di bin gefê de ye. Divê dê û bav qet bi zarokên xwe re bi zimanekî din neaxivin. Her mal dibistanek e. Ji bo pêşîgirtina li vê xetereyê, girîng e ku zarok fêrî zimanê Kurdî bibin. Divê zimanê Kurdî nebe zimanekî ku tenê di nav malê de bê axaftin. Divê zimanê Kurdî li her derê jiyanê hebe. Ji bo vê yekê, divê ew bibe zimanekî fermî yê perwerdeyê. Divê meclis demildest der barê statuya Kurdî de rêziknameyên qanûnî çêbike. Zimanê Kurdî yek ji daxwazên me yên herî girîng e. Em ne li dijî tu zimanî ne. Lêbelê, hin kes dibêjin 'Em Kurd in', lê zimanê wan ne Kurdî ye, jiyana wan ne Kurdî ye. Em 10 zimanan fêr bibin, lê berî her tiştî, werin em zimanê xwe fêr bibin. Ger em bêjin 'Em Kurd in', em ê berî her tiştî bi Kurdî biaxivin."
 
MA / Emrûllah Acar