'Mafê hêviyê bingeha hiqûqî ya aştiya civakî ye'

Parve bike:

QERS - Ji OHD'ê parêzer Sertaç Çelikkaleli destnîşan kir ku naskirina "Mafê Hêviyê" dê gaveke ber bi demokratîkbûna welêt ve be û got: "Naskirina Mafê Hêviyê ne tenê reformeke qanûnî ye, di heman demê de binesaziya qanûnî ya aştiya civakî ye jî."

 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê biryarên binpêkirinên ên têkildarî cezayên muebeda girankirî li Tirkiyeyê dabû. 1 sal di ser vê biryarê re derbas bûne, lê hîn jî tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Biryara "Mafê Hêviyê" ya ku di sala 2014'an de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê girtî ye, hat dayîn, ji ber israra hikûmetê ya li ser "înfaza heta mirinê" hîn jî nehatiye bicîhanîn. Dema ku ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn da ku biryara Mafê Hêviyê ya DMME'yê bicîh bîne, di meha Hezîranê de diqede. Ger Tirkiye biryarê bicîh neyne, tê payîn ku DMME mueyîdeyan pêk bîne. 
 
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Sertaç Çelikkalelî, li ser Mafê Hêviyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
Parêzer Çelikkalelî anî ziman ku pergala cezayî ya heyî li Tirkiyeyê bi mantiqeke cudakar li ser bingeha komên sûc ên taybetî dixebite û got: "Nebicîhanîna biryarên binpêkirinê yên ku ji hêla DMME'yê ve di bin Mafê Hêviyê de hatine dayîn, binpêkirineke eşkere ya Xala 3'yan a Peymanê ye ku îşkence û muameleya xirab qedexe dike. Ev nîqaş ji bo girtiyên siyasî pir girîng e. Ji ber ku cezayên ku li vir tên dayîn ne takekesî ne, li ser bingeha raman û girêdanên wan ên siyasî ne. Bi cezakirina kesên bi ramanên cuda bi vî rengî, peyamek ji civakê re tê şandin. Rastiya ku ceza wekî bersiveke girankirî di dozên siyasî de tê dayîn, kesên xwedî nêrînên wekhev dixe rewşeke ku wan di warê îfadekirinê de asteng dike. Ji ber vê yekê, cezayê li vir ne tenê qanûnî ye, di heman demê de serîlêdanek e ku armanc dike ku qada siyaseta demokratîk teng bike."
 
Çelikkalelî diyar kir ku mafê hêviyê ji mijareke teknîkî ya hiqûqî wêtir e, lê hilbijartina bingehîn a dewletê di siyaseta wê ya înfazê de nîşan dide û got: "DMME dibêje ku piştî 25 salên ku di vî warî de destnîşan kiriye, divê rewşa kes ji hêla mekanîzmayeke serbixwe ve ji nû ve were nirxandin. Ji ber ku mafê hêviyê îhtîmala berdanê li şûna cezayê mutleq vedihewîne, ew îhtîmala pevçûna civakî kêm dike û zemîna diyalogê xurt dike. Ev maf ne tenê mafekî takekesî ye, di rastiyê de mafek e ku dê rê li ber aştiya civakî û demokratîkbûnê veke û binesaziya hiqûqî ji bo pêvajoyên aştiyê peyda bike."
 
MAFÊ HÊVIYÊ  
 
Çelikkalelî destnîşan kir ku divê Tirkiye pêşî guhertineke qanûnî bike da ku li gorî biryarên DMME'yê tevbigere û got: "Biryara der barê rêgezên sereke yên Mafê Hêviyê de ew e ku di sala 2014'an de der barê birêz Ocalan de hatiye dayîn. Tevî ku 12 sal derbas bûne jî, hîn jî tu gavên qanûnî nehatine avêtin. Niha, divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê înîsiyatîf bigire û zexta civakî bê afirandin. Bicîhanîna Mafê Hêviyê ji bo birêz Ocalan ne tenê mijareke hiqûqî ye, di heman demê de mijareke bi aliyên siyasî û civakî ye jî. Ew yek ji aktorên sereke yên çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Bicîhanîna vê biryarê dê gavek girîng be ber bi vekirina rêyên diyalogê, bidawîanîna pevçûnê û demokratîkbûnê ve. Wekî din, ev ê bi şikandina têgihîştina demdirêj a di nav Kurdan de ku 'qanûn nayê sepandin' heye, rasterast tevkariyê li çêbûba baweriya civakî bike."