NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrsimê nifşekî qet bi Kirmanckî nizane mezin dibe. Eleqeya ji bo tekane komeleya ziman jî pir kêm e. Serokê Komeleya Wêjeyê ya Zimanê Dêrsimê Umît Karabulut got: “Bi dersên hilbijarî nabe. Divê bibe zimanê perwerde, jiyan û aboriyê.”
Zaravayê Kurdî Kirmanckî yek ji wan zarava ye ku bi xetereya tunebûnê rû bi rû ye. Ji bo parastina vî zaravayî, piranî komele di nava hewldanan de ne. Komele, bi rêya atolye, materyalên perwerdeyê û pirtûkan diweşîne. Yek ji van komeleyan jî Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê (MED-DER) ye.
Komele, bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî hem lêkolînan dike hem jî xebatên atolyeyê li dar dixe. Her wiha di bin sîwana komeleyê de “Meclisa Kirmanckî” jî heye. Meclisê, bi navê “Naxwazim zimanê min winda bibe” kampanya da destpêkirin û daxwazên xwe yên ji bo Kirmanckî ji Wezareta Perwerdeyê, Serokkomarî û UNESCO’yê re şand.
Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû, da zanîn ku her sal 4 serdeman kursan vedikin, kurs 3 mehan didomin û hejmara kesên ji bo Kirmanckî serlêdanê dikin li gorî ya Kurmancî kêm e. Azîzoglû, diyar kir ku salê dora 450-500 kes serî li wan didin û ji wan deh paran yek jê ji bo Kirmanckî ye. Azîzoglû, got: “Ji bo di mijara Kirmanckî hestiyariyek çêbibe em xebatan dikin. Em daxuyaniyên xwe bi her du zaravayan didin. Wergerên xwe bi her du zaravan dikin.”
PÊŞNIYARA KONFERANSÊ
Bi domdarî Azîzoglû destnîşan kir ku Kirmanckî bi xetereyeke mezin rû bi rû ye û wiha pê de çû: “Di nava zarokan de rêjeya axaftina bi Kirmanckî heta ji sedî 8’an ketiye. Heke zarokek bi zimanekî neaxive, xetere li ser wî zimanî heye. Heta niha xebatek nehatiye kirin ka di nava gel de Kirmanckî çiqas tê axaftin.”
Azîzoglû, diyar kir ku hewceye ji bo Kirmanckî konferansek were lidarxistin, di konferansê de rê û rêbaz bên nîqaşkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê heke Kirmanckî bibe zimanê perwerdeyê dikare xwe ji vê xetereyê biparêze. Heta niha jî di Kirmanckî de standarteke tam çênebûye. Li gorî herêman diguhere. Hemû ziman wiha ne. Dema gihişt standartekê pêş dikeve. Lêbelê ev yek di Kirmanckî de kêm e. Di vê mijarê de hewldanên me hene lê me nekarî tam bi ser kevin. Standartazîsazyona Kirmanckî şert e.”
LI DÊRSIMÊ TENÊ KOMELEYEK HEYE
Komeleya Wêjeyê ya Zimanê Dêrsimê ku 4 sal in li Dêrsimê dixebite, yek ji komeleyên xebatên xwe bi Kirmanckî dimeşîne ye. Serokê komeleyê Umît Karabulut li komeleyê perwerdeya Kirmanckî dide. Karabulut, diyar kir ku hem ji ber serlêdanên kêm hem jî ji ber karê xwe yê zêde nekariye îsal kursan veke.
Karabulut, sedema eleqeya kêm a ji bo Kirmanckî wiha vedibêje: “Marks dibêje; ‘Heke tiştek ne di nava îktîsadê de be, cihê wê di nava jiyanê de tune ye.’ Niha rewşa zimanê me jî ev e. Ji hêla aborî ve avêtine dawiya rê. Dema kesekî ji hêla aborî ve xwe gihand astekê, dev ji axaftina zimanê xwe ber dide û bi Tirkî diaxive. Ev, mijara pergalê ye. Her tiştên aboriyê girêdayî Tirkî pêş dikeve. Civaka me dibêje ‘Zarok bi zimanê me bizane çi ye, çi xêra wê heye?’ Ji ber ku tiştekî jê qezenc bike nîne. Bifikire ku Ingilîzî hîn bû, dema dest bi kar dike, diçe derveyî welat ev ziman bi kêrî wî tê. Lêbelê Kirmanckî ne di aboriyê de, ne di siyaset û qada jiyanê de tu îtîbareke xwe nîne. Lewma dibêjin hewce nake zarok hîn bibe. Dema wiha be jî xemê jê naxwin.”
'DEMA ZIMAN ÇÛ DÊ VEGUHERÎ TIŞTEKÎ DIN’
Li gorî Karabulut, her zimanê perwerdeya wê û qada wê ya îktîsadî tune di xetereyê de ye. Karabulut, got: “Xetereya li ser Kirmanckî tenê bi xebatên atolyeyan ji holê ranabe. Hin kes ji zimanê xwe hez dikin, qedir didinê. Dixwazin zarokên wan hîn bibin. Lê ev yek bi kursên 3-4 mehan çareser nabe. Kesek zimanekî bi van kursên 3-4 mehan hîn nabe. Ji ber ku ziman tiştekî sîstematîk e. Peyv pir in. Ziman, çand, bawerî tevek di nav hev de ne. Di Kirmanckî de dibêjin ‘ya Xizir to eke est a, est a.' Dema tu werdigerînî Tirkî tu wateya wê nîne. Giraniyeke wê namîne. Lewma ziman, ji her alî ve girîng e. Li gundan navê her kor û darê jî heye. Dema wergerînî Tirkî, wê wateya xwe winda dike. Dema ziman çû, tu vediguherî tiştekî din. Nasname û kesayeta te diçe. Dê bibî tiştekî din. Dê ji xwebûnê derkevî.”
NIFŞÊ NÛ YÊ DÊRSIMÊ BI ZIMANÊ XWE NIZANE
Karabulut, da zanîn ku li Dêrsimê nifşê nû bi zimanê xwe nizane û kesên ser temenê 30-40 salî re hindik diaxivin. Karabulut, ev tişt anî ziman: “Tevahiya gundên bi ziman dihat axaftin vala bûne. Li bajar jî her tişt di destê dewletê de ye. Di demên berê de Tirkî li dibistanan dihat nîşandan û gundên me di destê me de bûn. Bi zimanê me dihat axaftin û ziman dihat parastin. Lê dewletê çi kir? Gund vala kir. Niha tenê kesên kal û pîr heta demekî li wir dimînin. Qada jiyanê ya ziman ji dest me çû. Navê vê derê Dêrsim e. Lê di bin kontrola dewletê de ye. Pergalekî li ser çerxa bişaftinê hatiye avakirin û her pêş dikeve. Li Dêrsimê bişaftin gihiştiye astekî wisa ku mirovan aliyê xwe yê axaftinê ji bîr kiriye.”
ÇARESERÎ ÇI YE?
Karabulut, ev çareserî pêşniyar kir: “Ziman, karê xwendinê ye, karê dibistanê ye, karê perwerdeyê ye Bi dersên hilbijarî nabe. Dersên hilbijarî siyaset e, xapandin e. Dersa hilbijarî û dersa matematîkê didin ber hev û dayik û bav jî dibêjin bila matematîkê hîn bibe. Ev, bûyerekî civakî ye. Bi vê rêyê hûn nikarin zimanê civakekê rizgar bikin. Lewma em dibêjin bila bibe zimanê perwerdeyê, zimanê jiyan û aboriyê.”
Sibê: Xebatên Koma Vateyê
MA / Dîren Yurtsever