RIHA - Mahmut Aslan, birayê girtiyê nexweş Fevzî Aslan got: "Bijîşk dibêjin 'eger ew demildest neyê emeliyatkirin û dermankirin, ew ê jiyana xwe ji dest bide.' Ger dewlet bixwaze niyeta xwe ya baş nîşan bide, divê der barê girtiyên nexweş de gavan bavêje."
Di Cotmeha 2018'an de, di serdegirtina taxa gundewarî ya Ziyaret a navçeya Pirsûs a Rihayê de, 35 kes hatin binçavkirin, di nav wan de birayên hev Fevzi Aslan (60), Mehmet Haşim Aslan (45), Omer Aslan (38) û Mehmet Kasim Aslan (35) jî hebûn.
Birayên hev Fevzî, Mehmet Haşim û Omer Aslan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Suluca ya Edeneyê û birayê wan Mehmet Kasim Aslan li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê û pismamê wan Halil Aslan jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Antalyayê dimînin. Hat diyarkirin ku jiyana girtiyê nexweş Fezvî Aslan (60) ê bi nexweşiya giran di xetereyê de ye û ji ber ku ji ber lêgerînên li hundirê dev lê tê ferzkirin û helwestên nijadperest ên karmendên nexweşxaneyê dermankirian wî tê astengkirin.
Mahmut Aslan (40) der barê rewşa tenduristiya birayê xwe girtiyê nexweş Fevzî Aslan de agahî da.
Aslan diyar kir ku birayê wî tevî îşkenceya ku lê hatiye kirin jî, bêyî ku bê dermankirin birine girtîgehê û got: "Di dema girtinê de nehatiye dermankirin. Dema ku birayê min ji bo serêşê serî li rêveberiya girtîgehê daye, dermanên êşbir dane wî û nehatiye dermankirin. Paşê derket holê ku ji ber ku di dema xwînrijandina mejî de nehatiye dermankirin, xwîna li ser mejiyê wî hişk bûye. Xwîna hişk a li ser mejiyê wî niha mejiyê wî xera dike. Ji ber rewşa wî ya xirabtir, ew birine nexweşxaneya girtîgehê û rontgen hatiye kişandin. Dema ku me wêneyên rontgenê nîşanî bijîşkan dan, wan got, 'Ger demildest neyê emeliyatkirin, ew ê jiyana xwe ji dest bide.' Niha nayê dermankirin. Bi taybetî di dema veguhestina nexweşxaneyê de, lêgerîna li hundirê dev lê ferz bikin. Dîsa, ji ber helwestên nijadperest ên personelên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê, dermankirina wî rawestiyaye. Ji ber ku di bin navê dermankirinê de, ew pratîkên ku armanc dikin îradeya wî bişkînin ferz dikin."
‘REWŞA BIRAYÊ MIN KRÎTÎK E'
Aslan diyar kir ku ji ber rewşa tenduristiya birayê wî ya xirab serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) dane û got: "Piştî rapora ATK'ê ku got 'ew nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne', birayê min ê din, Mehmet Haşim, anîn cem wî. Niha her du jî di heman odeyê de ne. Dema ku ez 10 roj berê çûm serdana wan, birayê min Mehmet Haşim got ku rewşa birayê min Fevzî pir cidî ye. Wî got ku laşê wî asê bûye û ji ser hişê xwe diçe. Wî got ku di rewşên wiha de, girtîgeh wî dibe nexweşxaneyê, derziyekê lê dixin û dûv re wî tînin girtîgehê."
Aslan bal kişand ser bi sedan girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û got: "Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de hene. Birayê min tenê yek ji wan e. Ger ev girtiyên nexweş li derve nikaribin baş bên dermankirin, ew ê jiyana xwe ji dest bidin. Di demên dawî de, girtiyekî nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Tabût ji girtîgehan derdikevin. Saziya Tiba Edlî raporê dide ku dibêje girtî 'dikare di girtîgehê de bimîne' û dûv re hûn dibînin ku ew çend roj şûnde dimirin. Saziya Tiba Edlî, Wezareta Dadê û hikûmet hemû hevkarên hev in. Ew ji vê yekê berpirsiyar in."
‘DIVÊ DEWLET ÊDÎ GAVÊN BERBIÇAV BAVÊJE'
Aslan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û got: "Niha, danûstandin li ser aştiyê ne. Aliyê Kurd gelek gavên berbiçav avêtine. Di beramberiya vê de, dema ku em li hikûmeta AKP'ê û wezaretên girêdayî wê dinêrin, em dibînin ku wan tu gav neavêtine. Ne girtiyên nexweş tên dermankirin, ne jî tên berdan. Berevajî vê, ev girtiyên nexweş ji berdan an dermankirinê bêpar tên hiştin, di hucreyên yekkesî de tên girtin. Ger dewlet bixwaze niyeta baş nîşan bide, divê der barê rewşa girtiyên nexweş de gavan bavêje. Ev tê wateya niyeta baş û gavên berbiçav. Heya ev gava neyên avêtin, ez ê baweriya xwe bi pêvajoyê neynim."
Aslan ku got "Ger îro li ser aştiyê nîqaş bê kirin, divê girtîgeh bên valakirin" diyar kir ku raya giştî niha li bendê ye ku gavên berbiçav bên avêtin.
MA / Omer Akin