Xwe bi komunê bi rêxistin dikin û li dijî dejenerbûnê têdikoşin

Parve bike:

STENBOL - Ji Komuna Çand û Hunerê ya Ekinê Mûhammed Polat ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên çetetiyê û gendeliyê yên li dijî ciwanan li metropolan tên meşandin, got: "Rêxistin jiyanê didomîne, di têkoşînê de yekîtî û nasnameya xwe diafirîne." Polat bang li hemû ciwanan kir ku di komunan de bibin yek.

 
"Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di çarçoveya Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de hatiye nivîsandin, perspektîfek nû li ser awayên ku civak dikare ji nû ve were rêxistin kirin pêşkêş kir. Yek ji aliyên berbiçav ên vê perspektîfê modela rêxistinî ya li ser bingeha komunalîzmê ye. Komuna Çand û Hunerê ya Ekîn ku ji hêla ciwanan ve li Stenbolê hat avakirin, di warên curbicur de, di serî de çand û huner, li dijî polîtîkayên şerê taybet xebatan dike. Atolyeyên di warên wekî ziman, muzîk, şano û govendên gelêrî de di nav komunê de têne pêşkêşkirin. Endamê komunê Muhammed Polat li ser xebata komunê axivî.
 
TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ
 
Polat diyar kir ku wan, wekî ciwanan, komunek ava kirine û çalakiyên çandî û hunerî li dar dixin û her wiha li dijî polîtîkayên şerê taybet têdikoşin. Polat destnîşan kir ku armanca wan afirandina qadeke hişyarî û hevgirtinê ye, bi taybetî li dijî dûrketina ciwanan ji çand, dîrok û nasnameya xwe. Polat got: "Armanca me ya sereke di Komuna Çanda Ekînê de ew e ku pêşî li ciwanan bigirin ku nekevin bin bandora polîtîkayên şerê taybet û hişmendiya wan a li dijî van polîtîkayan pêş bixin. Em dixwazin ciwanên ku rastî hewldanên bênasnamekirinê tên, vegerînin dîrok, çand û hişmendiya wan a civakî. Îro, yek ji amûrên herî bibandor ên şerê taybet medyaya dîjîtal e ku bi rêya wê ciwan daxilî nava tiryak, fihûş û şêwazek jiyana ddejenerebûyî tên kirin. Armanca me ew e ku bi çand, huner û rêxistinê bersiva vê yekê bidin."
 
ÇALAKIYÊN KOMUNÊ
 
Polat diyar kir ku komun ji bo ciwanan li gelek deveran perwerde û derfetan pêşkêş dike û behs kir ku ew dersên gîtar, baxleme, erbane û zimanê Kurdî û her wiha şanoya zarokan, şanoya giştî û atolyeyên şanoya Kurdî li dar dixin.
 
Polat got ku li metropoleke pirçandî ya wekî Stenbolê, ciwan dibin hedefa polîtîkayên çetetş û dejenerebûnê û pêdivî ye ku ciwan di qadên wekî komunê de werin cem hev da ku hay ji potansiyela xwe çêbibin. 
 
Polat diyar kir ku armanca bingehîn a komînê rêxistinkirin û kombûn e û got: "Ji ber ku rêxistin jiyan e, di têkoşînê de yekîtî û nasnameyê de diafirîne. Ev yek ji armancên bingehîn ên vê komînê ye. Têgeha komînê di rastiyê de yek ji formên jiyana civakî ya pêşîn a mirovahiyê ye. Ew modeleke jiyanê ye ku mirov tê de bi hev re hilberînin û dijîn, hevdu diparêzin û pêş dixin û bêyî asîmîlasyonê bi hev re dijîn. Ew formek rêxistinkirina civakî ya pir kevintir e ji têgeha dewleta neteweyî ya ku îro li ser me hatiye ferzkirin. Ji ber vê yekê jî me dema ku Komuna Çanda Ekin ava kir me navê 'komun' hilbijart. Ew avaniyekê temsîl dike ku tu nasnameyê înkar nake, tu çandê red nake, lê belê bi curbicuriyê xwe xurt dike."
 
BANGAWAZÎ
 
Polat diyar kir ku dijminê herî mezin ê çand û exlaqê komunê takekesîtî û lîberalîzm e û got ku ciwanên rêxistinkirî û hişmend dê polîtîkayên şerê taybet têk bibin. Polat bang li hemû ciwanan kir ku tevlî komunan bibin û xwe birêxistin bikin û got: "Heke em xwe rêxistin nekin û tevlî komunan nebin, dibe ku ciwan bikevin nav lepên tiryakê an çeteyan. Divê em pêşî li vê yekê bigirin. Ji bo ku em hem xwe û hem jî hemû ciwanan ji van xetereyan biparêzin, em her kesî vedixwînin ku xwedî li çanda xwe derkevin, zimanê xwe fêr bibin û tevlî têkoşînê bibin."
 
MA / Melîk Varol