Ciwanekî li Başûr bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
COLEMÊRG - Ciwanê bi navê Harun Demîr ku ji bo xebatê çûbû bajarê Silêmaniyeyê, li mala lê dijiya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Ciwanê bi navê Harun Demîr (25) ku ji bo xebatê çûbû bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê, li mala lê dima bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Piştî welatiyên derdorê hay ji rewşê bûn, li cihê bûyerê komên tenduristî û ewlehiyê hatin sewqkirin. Koman, cenazeyê Demîr rakirin morga nexweşxaneyeke bajar. Ji bo zelalkirina sedema mirina Demîr, lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Demîr, ser nifûsa Gever a Colemêrgê ye û hat zanîn ku malbata wî dê cenazeyê li Wanê defin bike.