Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna tazî li xizmên girtiyan hate ferzkirin

Parve bike:

SAMSUN - Hat zanîn ku li xizmên girtiyan ên ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê lêgerîna tazî hatiye ferzkirin. 

 
Hat zanîn ku li xizmên girtiyan ên ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê lêgerîna tazî hatiye ferzkirin. Li gorî agahiyan, xizmên girtiyan ên di 4’ê Gulanê de çûn hevdîtina vekirî, ji hêla sê gardiyanan ve birin odeyeke kamera lê tune û li vir lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Xizmên girtiyan gotin ku cil û bergên wan bi temamî jê hatin kirin û ji yên li dijî vê sepanê derketin jî gefa “heke hûn qebûl nekin hûn nikarin hevdîtinê bikin” lê hate xwarin. 
 
Xizmên girtiyan ên xwe gihandin ajansa me, gotipn ku dê têkildarî bûyerê serî l i Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin.