Ji MKG û DFG'ê çalakiya 22'yê Nîsanê

Parve bike:

WAN - Şaxên MKG û DFG’ê yên Wanê, bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de wiha hat gotin: “Meşaleya heqîqetê rêya me ronî dike. Em şopdarên Nazim Daştan, Gurbetellî Ersoz û Nagîhan Akarselê, em ê têkoşînê bidomînin.”

 
Şaxên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) yên Wanê, bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê şahiyek li dar xist. Bernameya ku bi tevlîbûna gelek rojnameger, parastvanên mafên mirovan û welatiyan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek der barê dîrok û xebatên çapemeniya azad de hat nîşandan.
 
Di şahiyê de Hevseroka MKG’ê ya Şaxa Wanê Zeynep Dûrgût axivî. Zeynep Dûrgûtê bilêv kir ku ew şopdarên Nazim Daştan, Gurbetellî Ersoz û Nagîhan Akarselê ne û ew ê têkoşînê bidomînin. Zeynep Dûrgûtê bal kişand ser girîngiya pênûsa azad û wiha got: “Heqîqet mîrateya herî mezin e ku bi keda çapemeniya azad ji bin axê hat derxistin û îro bi pênûs û kamerayan tê parastin. Em ê wekî şopdarên vê mîrateyê, li dijî her cure zextan dengê rastiyê bilind bikin.”
 
Piştre, li ser navê DFG’ê Bazîd Evren derket ser dikê. Bazîd Evren di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna dezenformasyonê û diyar kir ku divê rojnameger li dijî vê dezenformasyonê li ber xwe bidin. Bazîd Evren anî ziman ku Çapemeniya Azad li dijî her cure êrişan li ber xwe dide û got: “Mîqdad Mîthed Bedirxan 128 beriya niha tenê kaxezek çap nekir, wê hêviya gelekî kir nav rûpelên rojnameyê de. Kurd miletekî bindest e û divê çapemeniya Kurd jî ji bo azadiyê bixebite.”
 
Herî dawî birayê şehîdê çapemeniyê Orhan Karaagar Nizar Karaagar axivî û bal kişand ser berxwedana Çapemeniya Azad. Nizar Karaagar destnîşan kir ku rojnamegerî ne tenê pîşeyek, lê ew bîra civakê ne û roja Rojnamegerên Kurd û şehîdên çapemeniyê pîroz kir.
 
Piştî axaftinan, şev bi bernameyeke hunerî berdewam kir. Di şahiyê de Koma Aryen, Barody û Neslihan Edîs derketin ser dikê. Hunerweran bi stran û berhemên xwe reng dan şevê û beşdar bi gerandina govendê Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kirin.