Bakirhan: Bila girtiyên siyasî werin berdan ku gel ji pêvajoyê bawer bike

Parve bike:

STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî serdana girtiyên ji Doza Geziyê axivî û got divê girtiyên siyasî werin berdan ku gel ji micidbûna pêvajoyê bawer be. 

 
Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),  Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) çûn Girtîgeha Marmarayê û girtiyên ji Doza Geziyê Can Atalay, Tayfun Kahraman û Osman Kavala re ziyaret kirin. Piştî hevdîtinê, daxuyanî hate dayin. 
 
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk di daxuyaniyê de îşaret bi pêvajoyê kir û got divê gavên şênber bên avêtin. Ozturk, xwest biryarên dadgehê bên bicihanîn û hemû girtiyên siyasî bên berdan. 
 
DAXWAZA EDALETÊ 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî bal kişand ser biryarên AYM û DMME’yê û got ku biryar nayên bicihanîn û xwest tavilê ev biryar bên bicihanîn û edalet pêk bê. Aslan, banga berdana girtiyên siyasî kir. 
 
‘BIRYARÊN AYM Û DMME’YÊ DIVÊ BÊN BICIHANÎN’ 
 
Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gul Çîftçî jî anî ziman ku daraz siyasî bûye, biryarên AYM Û DMME’yê divê bên bicihanîn. Gul Çîftçiyê girtin û binçavkirinên dawî bi bîr xist û got ku gef li ser demokrasiyê heye û xwest hemû girtiyên siyasî werin berdan. Gul Çîftçiyê got ku îktîdar hewl dide muxalefeta li ser sindoqê pê nikare bi rêya darazê bêdeng bike. 
 
‘JI BO PÊŞEROJEK WERE AVAKIRIN DIVÊ GIRTÎ WERIN BERDAN’ 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku pêşeroja welat li girtîgehên Sîncan, Sîlîvrî, Edîrne û Kandirayê nayê avakirin û got: “Heke pêşerojek were avakirin, ev bi berdana girtiyan pêkan e. Ji bo welat ne girtîgeh, aştî lazim e.” Bakirhan, rapora Komîsyona Meclisê bi bîr xist û xwest biryarên DMME’yê tavilê bên bicihanîn û Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên Doza Geziyê werin berdan. Bi domdarî Bakirhan got: “Divê bên berdan ku gel ji micidbûna pêvajoyê bawer be. Li rexekî pêvajo li rexa din ceza nabe. Em bang li partiya îktîdarê dikin; pêşeroj li girtîgehan nayê avakirin. Werin em bi hev re aştiyê ava bikin. Hewceye hemû girtiyên siyasî tavilê werin berdan.” 
 
‘ZEXT DÊ NEKARIN PÊŞIYA TÊKOŞÎNÊ BIGIRIN’ 
 
Berdevkê SMF’ê Mahîr Gurz jî destnîşan kir ku hemû dînamîkê têkoşînê bi zextê re rû bi rû ne û got dê zext û êriş nekarin pêşiya têkoşînê bigire. 
 
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî îşaret bi zextên îktîdarê kir, got dê têkoşîna wan a li dijî zext û hovîtiyê bidome. 
 
Endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Juliana Gozen jî bi lêv kir ku îktîdar gevê li civakê dixwe, êdî ferqa derve û hundir pir kêm maye, nûnerên îradeya gel girtî ne û xwest biryarên AYM û DMME’yê bên bicihanîn û sepana qeyûman bê betalkirin.