DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

Parve bike:
ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û Meclisên HDK'ê yên Îzmîrê di çarçoveya xebatên 1'ê Gulanê de, çûn serdana karkerên Fabrîkaya Tekstîlê ya Digelê û karkerên Temel Contayê.
 
Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Meclisên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê, çûn serdana karkerên Fabrîkaya Tekstîlê ya Digelê û karkerên Temel Contayê ên ku ji ber endamtiya sendîkayê ji kar hatibûn derxistin. Di serdanê de karkeran û şandeyê bi hev re dirûşmên “Bijî piştevaniya çînî” û “Karkerên Temel Contayê ne bi tenê ne” berz kirin.
 
Di serdanê de Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, rêveberên DEM Parti ên navçeyên Konak û Torbaliyê û nûnerên Meclisên HDK'ê yên Îzmîrê cih girtin. Di hevdîtinan şandeyê daxwazên karkeran guhdar kirin û peyamên piştgiriyê dan.