Tuncay Sonel bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin

Parve bike:

ERZIROM - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de Waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ê ku hat binçavkirin, sewqê dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Tuncay Sonel sewqê dadgehê kir.

 
Di çarçoveya lêpirsîna dosyeya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku de 15 kes hatin binçavkirin û ji wan 11 kes hatin girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ê ku 17’ê Nîsanê de hat binçavkirin, duh Midûriyeta Polîsan a Erziromê de mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî. Kiryar Tuncay Sonel piştre bê kelepçe sewqê Edliya Erziromê hat kirin.
 
Tuncay Sonel piştî îfadeya dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin.