Di civîna ekolojiyê de banga ji bo mitînga 24’ê Nîsanê
- Ekolojî
- |
- 21 Nîsan 2026 16:27
- |
MÛŞ - Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, di civîna “Jin ji bo xweza, bawerî û nasnameuya xwe dicivin” de ji bo tevlibûna mitînga 24’ê Nîsanê bang kir.
Meclisa Jinan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, bi dirûşma “Jin ji bo xweza, bawerî û nasnameya xwe dicivin” hatin gel hev. Civîn, li dijî Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) a ku tê payin li Gimgimê were çêkirin û dê bandorê li 16 gundan bike hat lidarxistin. Hevdîtin, li ziyaretgeha Kalê Spî ya li gundê Badanê yê Gimgimê hat lidarxistin û gelek welatî tev li bûn. Di hevdîtinê de ji bo tevlibûna mitînga 24’ê Nîsanê bang hate kirin ku dê li dijî projeya JES’ê were lidarxistin. Herî dawî jî di hevdîtinê de loqme hatin belavkirin.