Bi çekê êrişî mala Şaredarê Serîkê hat kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN  - Bi çekê êrişî mala Şaredarê Serikê Kadîr Kûmbûl ku ji CHPê îstifa kiribû û tevlî AKP'ê bûbû, hat kirin.
 
Ji aliyê hin kesên nasnameya wan nehat diyarkirin bi çekê êrişî mala Şaredariyê Serîkê Kadîr Kûmbûl hat kirin. Êriş li taxa Karadayi ya navçeya Serikê ya Antalyayê pêk hat. Piştî êrişê gelek polîs sewqî taxê hatin kirin. Kesên êriş kirin ji cihê bûyerê reviyan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Kûmbûl ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de wekî namzetê CHP'ê hatibû hilbijartin, hefteya borî ji partiya xwe îstifa kiribû û tevlî AKP'ê bûbû.