Li Mêrdînê gijlokê her der spî kir
- Ekolojî
- |
- 20 Nîsan 2026 15:31
- |
MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê gijlok bariya û malên dîrokî yên Mêrdînê bi rengê spî xemilîn.
Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê barîn bênavber didomin. Li navçeyên Midyad û Qoserê ji ber barînan gelek cih veguherîn golan û gelek mal û kargeh di bin avê de man. Li navçeya navendî ya Mêrdînê Artkuluyê jî gijlok bariya. Di demekî kin de malên zer ên dîrokî yên navçeyê bi rengê spî xemilîn. Ji ber gijlokê, zirareke mezin gihişt baxçe û darên fêkiyan.