KYK’ê agahî nedaye malbata Doku ku keça wan venegeriyaye wargehê!

Parve bike:

DÊRSIM - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de derket holê ku tevî Gulistan Doku venegeriyabû wargehê jî rayedarên wargehê malbat ji rewşê agahdar nekirine. 

Di lêpirsîna der heqê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de ku di 5’ê Çileya 2020’an de winda bûbû, agahiyên nû derdikevin. Di lêpirsînê de derket holê ku tevî Gulistan Doku demekî dirêj neçûye wargeha KYK’ê jî rayedarên wargehê di vê mijarê de malbata Doku ji rewşê agahdar nekiriye.