Serbijîşkê demê yê Nexweşxaneya Dewletê yê Dêrsimê birin edliyeyê
- Rojane
- |
- 20 Nîsan 2026 13:35
- |
DÊRSIM - Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hatibû binçavkirin, anîn edliyeyê.
Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr ku di çarçoveya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê anîn Edliyeya Dêrsimê. Tê gotin ku Ozdemîr, qeydên nexweşxaneyê yên Gulistan Dokuyê jê biriye.