Di lêpirsîna Gulistan Dokûyê de 4 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2026 10:05
- |
DÊRSIM - Di lêpirsîna Gulistan Dokûyê de polîsê berê Gökhan Ertok jî di nav de 4 kes sewqî Edliyeya Dêrsimê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de, ji 13 kesên ku di 13'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin 4 jê piştî îfadeya li qereqola cendirmeyan, sewqî Edliyeya Dêrismê hatin kirin. Di nav kesên ku hatin sewqkirin de polîsê berê Gökhan Ertok ku sîm karta Gulistan Dokûyê xistobû telefona xwe û hin agahiyên wê jê biribûn, karmendê Îdareya Taybet a Bajêr Erdogan Elaldi û berpirsê kamerayên Zanîngeha Mûnzûrê Süleyman Onalan û Savaş Gulturk hene.
Tê payin ku dozgerî îfadeya kesên navborî bigire. Hat hînkirin ku dê serdozger bi xwe îfadeyê bigire.