Kuçeyên Sûrê: Bila devlet gavên berbiçav biavêje
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2026 10:03
- |
AMED - Xelkê Amedê diyar kir ku divê dewlet di çarçoveya pêvajoyê de gavan bavêje û gotin: "Divê dev ji xapandinê berdin û gavên qanûnî biavêjin."
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, berdewam dike. Her çend bal li ser gavên qanûnî yên ku li gorî rapora ku ji hêla Komîsyona Meclisê ve hat pêşkêşkirin bên avêtin be jî, nêzîkatiyên derengxistinê yên desthilatê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, welatiyên ku me li navçeya Sûrê ya Amedê hevpeyvîn bi wan re kirin, pêvajoyê nirxandin.
Welatiyan diyar kirin ku divê aştî pêk were û divê desthilat bêje, "We gav avêt, niha dora me ye."
Welatiyan bilêv kir ku piştî rêziknameyên qanûnî, divê endamên Tevgera Azadiya Kurd werin û beşdarî siyasetê bibin. Welatiyan her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin.