Bavê zarokê êrişa li Mereşê kiribû hate girtin

Parve bike:

MEREŞ - Bavê Î.A.M. ku li Mereşê êrişî dibistanekê kiribû hate girtin. Hat zanîn ku bavê wî Ugur Mersînlî sermifetîşê polîsan e. 

 
Duh li navenda Mereşê li dijî dibistaneke navîn êrişeke çekdarî hate kirin. Zarokê bi navê Î.A.M. êriş pêk anî û di êrişê de mamosteyek û 8 xwendekar hatin kuştin û 6 xwendekar jî birîndar bûn. Bavê Î.A.M. hate Ugur Mersînlî hate girtin. Mersînlî, Sermifetîşê Polîsan ê Midûrê Emniyetê yê Asta 1’emîn e û duh hatibû binçavkirin. Mersînlî, piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin û ji hêla dadgeha nobedar ve hate girtin.