Li Amedê jinek hate qetilkirin û yek jî bi giranî birîndar bû
- Jin
- |
- 16 Nîsan 2026 09:52
- |
AMED - Welatiya bi navê Kerîme Ateş a li Amedê dijiya, ji hêla hevjînê xwe yê berê Zubeyîr Ateş ve hate qetilkirin.
Kesê bi navê Zubeyîr Ateş (72) ê li navçeya Rezanê ya Amedê dijiya, hevjîna xwe ya berê Kerîma Ateş (58) bi çekê qetil kir û keça xwe H.A. (37) jî bi giranî birîndar kir. Bûyer, şevê din li Taxa Selahattîn Eyyubî qewimî. Hat zanîn ku li baxçeyê apartmanê di navbera Zubeyîr Ateş û Kerîme Ateşê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û her du jin rastî êrişa çekdarî hatin. Li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin. Kerîme Ateşê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Piştî mudaxileya ewil, H.A. jî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa wê giran e. Cenazeyê Kerîme Ateşê jî ji bo otopsiyê rakirin saziya tipa edlî.
Faîl Zubeyîr Ateş jî hate binçavkirin û karûbarên îfadeyê yên li emniyetê didome.