Rojnamevan Alî Sobatî: Şer dê bibe sedema pêvajoyeke tevlihevtir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Alî Sobatî diyar kir ku Rojhilata Navîn di serdema xwe ya herî xirab de ye û pevçûn dê bibin sedema pêvajoyeke tevlihevtir û got: "Dibe ku Îran di pêşerojê de ber bi avaniyeke girtîtir û kontrolkertir ve biçe."

 
Di ser êrişên Îsraîl û DYA'yê yên li hemberî Îranê 47 roj derbas bûn. Her çend di rojan 39'an a êrişan de agirbesteke qismî hatibe ragihandin jî, hîn di navbera aliyan de tu lihevkriinek çênebûye. DYA û Îsraîl bi êrişên gefan li Îranê dixwin û di heman demê de Îran mijarên wekî kontrola Tengava Hurmuz û danîna agirbesteke daîmî li Lubnanê tîne ziman.
 
Rojnamevan Alî Sobatî ku li ser mijarê ji ajansa me re axivî, diyar kir ku di bingeha êrişên heyî sedemên jeopolîtîk in.
 
Sobatî anî ziman ku demeke dirêj e rêziknameya cîhanê û hevsengiyên hêzê di rewşeke guherînê de ne û got ku ev rêzik di pênc salên dawî de bi awayekî bingehîn guheriye. Sobatî got: "Bê guman, ev guhertin di teknolojiyê de jî xuya dike. Rola Çînê bi taybetî di warên wekî teknolojiya kesk, xerckirina enerjiya alternatîf û çavkaniyan de girîng e. Di heman demê de, rastiya ku Rûsya li Ûkraynayê têk neçûye û wekî ku tê hêvîkirin hilneweşiyaye an jî felc nebûye jî faktoreke girîng e." Sobatî destnîşan kir ku operasyonên ku piştî êrişên 7'ê Cotmeha 2023'yan dest pê kirin jî armanceke herêmî bûn ku armanc ew bû ku Îranê ji Rojhilata Navînê derxin û got ku ev hemû bertekeke pergala emperyalîst in, di bersiva windakirina hegemonyayê xwe de. 
 
POLÎTÎKAYÊN EMPARYALÎST ÊN DYA'YÊ
 
Sabotî diyar kir ku êriş bertekek li hember windakirina piralî ya hegemonyayê di pîşesazî, enerjî, zekaya çêkirî û hilberînê de ne û wiha got: "Ji ber ku hevsengiya hêzê ya cîhanî diguhere. Çîn di hin sektorên çêkirinê de ji Almanya, Keyaniya Yekbûyî, Japonya û heta DYA'yê bi hev re pêşketîtir e. Ji ber vê yekê, ev celeb pêşketin bi rastî jî dihatin hêvîkirin. Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, pêşketinên li Lubnanê û mînakên mîna Venezûelayê hemû beşên vê dîmena mezin in. Lêbelê, êrişên li ser Îranê divê di çarçoveyeke pir berfirehtir de werin nirxandin. Îran bi çekên herî wêranker ên di dîroka nûjen de hat hedefgirtin. Mînak, tê îdîakirin ku tenê di 1'ê Nîsanê de bi sedan bombe li ser Tehranê hatine avêtin. Ev celeb êriş beşeke ji stratejiyekê ne ku armanc dike jiyanê felc bike. Bi heman awayî, binesaziya li başûrê Lubnanê û Xezeyê bi awayekî sîstematîk hatiye wêrankirin; nexweşxane, nanpêjxane û cîhên jiyanê yên bingehîn ji holê hatine rakirin. Ev rewşeke wiha diafirîne ku ji bo jiyanê jî dijwar dike ku xwe ji nû ve hilberîne. Hin îdîa hene ku ev pêşketin dikarin li Tirkiyeyê jî belav bibin. Lêbelê, di vê gavê de dijwar e ku meriv tiştekî teqez bibêje."
 
GIRTIN Û DARVEKIRIN LI ÎRANÊ ZÊDE DIBIN
 
Sobatî ku got "Bi gelemperî mafên mirovan û zelalî di dema şer de qels dibin", bal kişand ser zêdebûna dawî ya girtin û darvekirinan li Îranê. Sobatî got: "Mixabin, ji bo dewletan di dema şer de polîtîkayên tundtir û tepeserkertir gelemperî ye. Hikûmeta Îranê ku xwe di bin gefê de hîs dike, meyla tedbîrên tundtir digire. Ev yek dibe sedema avaniyek bêtir ewlehî-navendî û leşkerî di civakê de. Bi taybetî, tecrîda Îranê ji pergala navneteweyî û têkiliyên wê yên nêzîktir bi Çîn û Rûsyayê re zexta derveyî li ser mafên mirovan kêm kiriye." 
 
Sobatî diyar kir ku îhtîmal e ku Îran di pêşerojê de ber bi avaniyek girtîtir û kontrolkertir ve biçe.
 
DIBE KU ÊRIŞ DÎSA DEST PÊ BIKIN
 
Sobatî behsa êrişên stratejîk ên Îranê, wekî yên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkî li welatên Kendavê kir û got: "Dema ku baregehên leşkerî û torên lojîstîkî yên Amerîkî li herêmê tên hesibandin, êrişên Îranê yên li ser van armancan ji perspektîfa wê ve wekî reflekseke parastinê tê dîtin. Bi gelemperî, dijwar e ku meriv bibêje ku ev pevçûn bi dawî bûye. Ew ê bi îhtîmaleke mezin veguhere pêvajoyeke tevlihevtir û dirêjtir. Di dawiyê de, tê pêşbînîkirin ku Îran di vê pêvajoyê de dibe ku gavên ber bi pêşxistina çekên nukleerî ve bavêje. Ji ber ku tê texmînkirin ku hin welat dikarin bi saya şiyanên xwe yên nukleerî ji destwerdana leşkerî ya rasterast dûr bisekinin."
 
MA / Ceylan Şahînlî - Hîvda Çelebî