WAN - Felek Erdem a TJA'yî ku banga beşdarbûna meşa ber bi Gemlikê ve kir, diyar kir ku divê hemû derdor li dora "mafê hêviyê" bibin yek.
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixe. Jin dê di 19'ê Nîsanê de li Gemlîkê bicivin û daxwazên xwe yên ji bo azadî û aştiyê bînin ziman. Aktivîsta TJA'yê Felek Erdemê banga beşdarbûna meşê kir û got: "Werin em di 19'ê Nîsanê de li Gemlîkê li dora 'mafê hêviyê' bibin xelek."
Felek Erdemê diyar kir ku saleke di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûye, lê nêrîna desthilatê wekî xwe maye û got: "Her kes dizane, di 27'ê Sibata sala borî de, Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Dema ku mirov li sala borî dinêre, tê dîtin ku gelek gavên berbiçav ji hêla tevgera Kurd ve hatine avêtin, lê dewletê hîn jî gavên berbiçav neavêtine. Dema ku pêvajo dest pê kir, bal li ser wê yekê bû ku şer û mirin ji kesî re sûdmend nînin û aştiyek birûmet dê hem ji hêla aborî ve û hem jî ji bo gel xilasiyek be. Piştî 27'ê Sibatê, çalakiya şewitandina çekan pêk hat û pêvajoyên wekî vekişîna ji Bakur çêbûn. Lêbelê, dewletê hîn jî tu gavên berbiçav neavêtine. Em dikarin vê yekê li ser zemîna siyasî an jî bi rêya polîtîkayan binirxînin; hîn jî ji hêla ziman, perspektîf an jî bicihanîna şertên wê ve gavek berbiçav tune ye. Berevajî vê, meylek heye ku pêvajoyê pûç bike."
‘EM NAXWAZIN RÊBERÊ ME LI ÎMRALIYÊ BE'
Felek Erdemê li ser wate û girîngiya meşa plankirî axivî û diyar kir ku naskirina statuya Abdullah Ocalan ji bo jinan pir girîng e û got: "Der barê 'mafê hêviyê' de gaveke berbiçav tune. Meşa me li ser naskirina 'mafê hêviyê' ya Rêbertî ye."
Felek Erdemê bilêv kir ku hawîrdoreke demokratîk tenê bi azadiya hemû girtiyên siyasî, ne tenê bi azadiya Abdullah Ocalan, dikare were afirandin û got: "Em êdî naxwazin Rêberê xwe li Îmraliyê bibînin. Birêz Bahçelî bi xwe got, 'Bila were û li Meclisê biaxive.' Li şûna ku di bin giraniya 'bila were û li Meclisê biaxive' de were pelçiqandin, divê ew şertên pêwîst bicîh bîne."
‘EM LI DORA RÊGEZA HÊVIYÊ BIBIN XELEK'
Felek Erdemê di dawiya axaftina xwe de ji bo meşê bang kir û got: "Divê gelên Tirkiye û Kurdistanê li dora 'mafê hêviyê' bibin xelek. Di heman demê de, divê em ji eniyek hevpar zextê bikin da ku pêvajo pêdiviyên xwe bicîh bîne. Em amade ne ku her tiştî bikin da ku pêvajo pêk were û veguhere aştiyeke birûmet. Beşdarbûna nûnerî ya ji Kurdistanê dê di meşê de hebe, lê pêdivî ye ku em dengê xwe ji bo 'mafê hêviyê' hem bi rêya medyaya dîjîtal û hem jî li her deverê bilind bikin. Ji hêla fızîkî ve, dibe ku her kes ne li Gemlîkê be, lê daxwazên gel hewce ne ku li her kolan û her deverê werin dubarekirin. Erka me ew e ku em dengê ku li Gemlîkê bê bilindkirin li hemü bajar û hemû kolanan bilind bikin. Her wiha em bang li hemü derdoran, akademîsyenan û hunermendan dikin ku li dora rêgeza 'mafê hêviyê' bibin xelek."