Dayik Bedriye Doku: Heta cenazeyê keça xwe negirim ji vir naçim

Parve bike:

DÊRSIM - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de piştî 6 salan 13 kes hatin binçavkirin. Dayik Bedriye Dokuyê got: “Bila Tuncay Sonel cenazeyê keça min bide. Heta cenazeyê keça xwe negirim naçim.” 

 
Xwendekara pola 2’yan a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku (21), di 5’ê Çileya 2020’ê de hate windakirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Di 13’ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulistan Dokuyê de 13 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de kurê waliyê demê yê bajar Tuncay Sonel ê bi nvê Mûstafa Turkay Sonel, parastvanê walî û midûrê emniyetê yê berê jî hene. Tê payin ku pêla duyemîn a operasyonê bê destpêkirin. 
   
JI ROJA GULISTAN DOKU WINDA BÛYÎ HETA NIHA 
 
Piştî Gulistan Doku venegeriyayî wargeha KYK’ê ya lê dima, agahî bi midûriyeta emniyetê re hate parvekirin û li ser vê yekê qeydên MOBESE’yê yên li seranserî bajar hatin lêkolînkirin. Di lêkolînan de hate dîtin ku Gulistan Doku, saet di 11.29’ê de li rawestgeha mînîbusan a li hemberî Walîtiya Dêrsimê ya li Taxa Sihenkê siwarî wesayîta zanîngehê bû. Lêbelê nehate tespîtkirin ka li ku ji wesayîtê paya bûye. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê de, di 7’ê Çileyê de bi îdiaya ku Gulistan Dokuyê li ser Pira Dînarê ya li ser Gola Uzun Çayirê “întîhar” kiribe, xebatên lêgerînên hatin destpêkirin lêbelê encamek jê derneket. “Buroya Krîmînal a Neteweyî”, di Tebaxa sala 2020’ê de raporek amade kir û got ku tu tevgereke ku Gulistan Dokuyê li ser Pira Dînarê “întîhar” kiribe nehatiye tespîtkirin û bi vê yekê re îdiaya “întîharê” vala hate derxistin. Piştre jî hate tespîtkirin ku kesê herî dawî Gulistan Doku pê re hevdîtin kirî, dergistiyê wê Zaynal Abarakov e. Bi vê yekê re Abarakov û zirbavê wî yê poLîs Engîn Yucer weke gumanbar di dosyayê de cih girtin. 
  
Tevî hêmayên derketin holê jî demekî dirêj telefona Abarakov nehate lêkolînkirin û di 27’ê Sibatê di encama zexta raya giştî de bi fermana dozgeriyê telefona wî hate desteserkirin. Dema lêpirsîn didomiya,  di 22’yê Tîrmehê de dîmenên ku Abarakov û Gulistan Doku bi hev re xuya dikin ji hêla pisporan ve hate tesbîtkirin. Di rapora pisporan de de ji bo dîmenê Abarakov îfadeyên weke “hereketên wî yên laşî weke hereketên hişyarkirinê ne” hatin bikaranîn. 
 
Parêzerê malbata Dokuyê Alî Çîmen, di 14’ê Îlonê de têkildarî dozê hinek belge bi çapemeniyê re parvekir lewma lêpirsîn hate destpêkirin. Engîn Yucer ku ji roja Gulistan Doku winda bûyî ve delîl tune dikir û hevkarî bi Abarakov re dikir, 11 meh piştre ji peywirê hate dûrxistin. Yucer, di 21’ê Çileya 2021’an de ji ber sedema “agahiyên Gulistan Dokuyê parve kiriye” ji peywirê hate dûrxistin û di 20’ê Çileya 2022’yan de jî bi heman sûcdariyê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. 
 
Dema lêpirsîn didomiya, malbata Gulistan Dokuyê di 2’yê Çileya 2022’yan de li pêşiya Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û xwest bi walî re hevdîtinê bike. Malbat, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Di 23’yê Sibata 2022’yan de jî malbat ji bo pirsîna aqûbeta keça xwe li Enqereyê xwest bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike. Wezîrê demê Bekir Bozdag daxwaza malbatê bi hinceta “guncav nînim” red kir. Li ser vê yekê malbatê li pêşiya wezaretê dest bi çalakiya rûniştinê kir û piştre ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Endamên malbatê piştî kontrola tenduristiyê hatin berdan. Roja piştre jî malbatê xwest biçe pêşiya wezaretê lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê malbatê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir û xwest komîsyona lêgerînê bê avakirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser daxwaza malbatê, di 23’yê Sibata 2022’yan de bi daxwaza avakirina komîsyona lêgerînê pêşnûme da Meclisê. CHP û Partiya Îyiyê jî piştgirî da lê pêşnûme bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. 
 
Li gel van geşedanan, derket holê ku wesayîta Engîn Yucer ku Gulistan Doku bi darê zorê lê hatibû siwarkirin, di 2021’ê roja lêpirsîn hatiye destpêkirin derxistina derveyî bajar. Bersûc Abarakarov, di 17’ê Adara 2022’yan de li Antalyayê hate binçavkirin. Îfdeya Abarakov li ser SEGBÎS’ê ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve hate girtin. Ji ber sûcê “kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” hate xwestin ku Abarakarov were girtin lê belê Dadgeha Cezayên Sulhê ya Dêrsimê di 18’ê Adara 2022’yan de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da. Di 12’ê Cotmeha 2022’yan de derket holê ku biryara kontrola edlî ya ku diviyabû teblîxî Abarakov bihate kirin, bi mehan bi hineta li navnîşana hatiye destnîşankirin tu kes nîne nehatiye teblîxkirin. 
 
Xwişka Gulistan Dokuyê Aygul Doku, di 6’ê Mijdara sala 2023’yan de xwest bi Waliyê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû re hevdîtinê bike. Lê daxwaza wê nehat bersivandin û li ser vê yekê Aygul Dokuyê li ser hesabê xwe parve kir. Piştre jî di 9’ê Mijdara 2023’yan de li avahiya walîtiyê bi Tekbiyikoglû û midûrê emniyetê Hakan Yilmaz re hevdîtinkir. Aygul Doku, piştî hevdîtinê daxuyanî da û got ku dê dosya jinûve were lêkolînkirin. 
 
DÎMENÊN 700 SAETAN 
 
Herî dawî jî dozgerê dozê guherî û di 31’ê Cotmeha 2025’an de dîmenên Pergala Rêveberiya Ewlehiya Bajar û yên kamerayên ewlehiyê yên kargehan ku 700 saet in û ji dîmenên rojek beriya windabûna Gulistan Dokuyê û roja windabûna wê pêk tê li dosyayê hate zêdekirin.
 
Malbata Gulistan Dokuyê, di 7’ê Sibatê de li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî dosyayê agahî parve kir û ragihand ku piştî 6 salan faîl derketine holê û daxwaza edaletê kirin. 
 
TÊKOŞÎNÊ ENCAM DA
 
Bi ser bûyerê re 6 sal derbas bûn û 3 dozger guherîn lê tevî vê jî malbata Gulistan Dokuyê û saziyên jinan tu caran dev ji pirsa “Çi bi Gulistan Dokuyê bû?” bernedan. Di encama vê têkoşîna mezin de jî lêpirsîn heta roja me domiya. Di encama vê têkoşîna malbat û jinan de 13 kes hatin binçavkirin. Tê payin ku ev 13 kesên li Midûriyeta Cendirmeyan a Bajar tên ragirtin, di roja înê de bînin Edliyeya Dêrsimê. 
 
LI SER MEDYAYA DIJÎTAL ÇENDEK ÎDIA 
 
Di demeke kirariyên îfadeyan didomin de li ser hesabên medyaya dijîtal gelek îdia hatin parvekirin. Hat îdiakirin ku polîsê bi navê G.E. ku pisporê înformatîk e karta sîmê ya Gulistan Dokuyê xistiye telefona xwe û hemû peyam û parvekirinên wê yên Whatsapp û Instagramê jê biriye. Di heman demê de nivîsên di navbera Abakarov û Gulistan Dokuyê de hatin parvekirin. Her wiha hate îdiakirin ku waliyê bajar ê berê Tuncay Sonel dê ji ewil ji peywirê bê dûrxistin û piştre jî were binçavkirin. 
 
‘DELÎL HATIN TUNEKIRIN’ 
 
Berdevka Platforma Jinan a Dêrsimê Nûrşat Yeşîl, diyar kir ku kesên hatine binçavkirin di demên berê de delîl tune kirine û wiha got: “Mixabin kesên ji ewlehiya canê xelkê vî bajarî berpirsyar, delîl tune kirine. Bûyer tê veşartin. Bûn sedem ku malbatek 6 salan êşê bikişîne. Lê rewşa heyî hêviyê dide me. Ev ji bo hemû jinên hatine qetilkirin an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane cihê hêviyê ye.” 
 
'HEWCEYE CEZAYÊ PÊWÎST BIDIN BERPIRYARAN’ 
 
Nûrşat Yeşîlê destnîşan kir ku divê kesên bûyer veşartin cezayê pêwîst bigirin û wiha pê de çû: “Hêvîdarin êdî kesên bihêz neyên parastin û edalet pêk bê. Mesele ne tenê bi binçavkirinan bisînor e. Piraniya binçavkiriyan peywirdarên cemaweriyê ne. Yê ku kirî ev kes bêdeng bibin jî amirê mulkî ye. Hêvîdarin hejmara binçavkirinan zêde bibe û hemû kesên bûyer veşartin cezayê pêwîst lê were birîn. Aşkera bû ku dema jin û malbatên wan têkoşîna xwe didomînin, rastî teqez derdikevinholê.” 
 
DAYIK BEDRIYE DOKUYÊ BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ 
 
Dayika Gulistan Dokuyê Bedriye Dokuyê jî anî ziamn ku ev 6 sal in li benda keça xwe ne, li mala wan şîn heye. Bedriye Dokuyê got: “Ne şeva me şev e ne jî roja me roj e. Cejn tê lê Gulistan dîsa tune ye. Derdikevim şaneşînê û pirsa ‘Gulistan li ku ye?’ dikim. Dozger ji min re got ‘xaletê, ez naxwazim dilê te xemgîn biim. Keça te najî.’ Tuncay Sonel, bila cenazeyê keça min bide. Heta cenazeyê keça xwe negirim ez ê ji vir neçim. Heta ku ruh di laşê min de hebe ez ê têbikoşim.” 
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl - Rûkiye Payîz Adiguzel