Di lêpirsîna Şaredariya Yenîşehîrê de 12 kes hatin girtin
- Rojane
- |
- 15 Nîsan 2026 11:48
- |
MERSÎN - Di lêpirsîna Şaredariya Yenîşehîrê de ji 33 kesên ku hatibûn binçavkirin, 12 kes hatin girtin.
Di 10’ê Nîsanê de li di çarçoveya lêpirsîna bi îdîaya “di îhaleyê de hîle kiriye”, “bertîl” 33 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li emniyetê 33 kesên ku hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê 2 kes hatibûn berdan. Ji 31 kesên ku sewqî Dadgeha Sulhê ya Mersînê hatin kirin, 12 kes hatin girtin û 19 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.