Parêzer Çîmen: Polîsî daneyên di hesabê Gulistan Dokuyê de jê bir

Parve bike:

DÊRSIM - Parêzer Alî Çîmen diyar kir ku polîsê hatiye binçavkirin karta sîmê ya Gulistan xistiye telefon ê û hemû daneyên di hesabê medyaya civakî dê jê biriye û got: “Têkiliya vî kesî bi walî Sonel re hebû û em dixwazin walî bê girtin.” 

 
Xwendekara pola 2’yan a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku, di 5’ê Çileya 2020’ê de hate windakirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulistan Dokuyê de 13 kes hatin binçavkirin. Parêzerê malbata Dokuyê Alî Çîmen têkildarî binçavkirinan axivî. 
 
Çîmen, bi bîr xist ku karta sîmê ya telefona Gulistan Dokuyê radestî peywirdarekî cemaweriyê yê payebilind hatibû kirin û gıt: “Piştre jî ev karta sîmê radestî çeteyeke sîberê ya li Enqereyê hate kirin.” 
 
Çîmen, bi domdarî diyar kir ku karta telefona Gulistan Dokuyê di 18’ê Çileya 2020’ê de xistine telefona polîsekî û ber serê sibehê saet derdora 04.00’an jî daneyên li ser hesabên medyaya dijîtal ên Gulistan Dokuyê hatine jêbirin. Çîmen, wiha pê de çû: “Kesê ev yek pêk kirî jî îtîrafkarê beriya niha li ser maîlê xwe gihandî me bû. Niha binçavkirî ye. Têkiliya vî kesî bi Tuncay Sonel re heye û ev têkilî bi qeydên HTS û bankê jî teqez bûye. Lewma jî beriya niha me der heqê Tuncay Sonel de giliyên xwe kiribûn. Ew kes hêj niha jî mifetîşê mulkiyeyê û li gorî me ji hêla dosyayê ve ev yek bi xwe re fikaran tîne. Dibe ku mudaxileyî dosyayê bike. Lewma jî divê demildest ji peywirê were dûrxistin, ji ber sûcên kiriye were binçavkirin û were girtin.” 
 
Alî Çîmen ku li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal jî parvekirinek kir, wiha got: “Di dosyaya Gulistan Dokuyê de kesê weke peywirdarê cemaweriyê yê payebilind hatiye destnîşankirin faîl Tuncay Sonel e.”