Deriyê Sînor ê Hammamê hate girtin
- Rojane
- |
- 16 Adar 2026 15:08
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ragihand ku Deriyê Sînor ê Hammamê yê di navbera Sûriye-Tirkiyeyê de hatiye girtin.
Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku deriyê sînor ê Hammamê yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ku li gundewarên Helebê ye, ji sibê pê ve bi temamî dê bê girtin.
Di daxuyaniyekê de desteyê diyar kir ku rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de tev bigerin, dikarin berê xwe bidin deriyên sînor ên Bab El Hewa û Bab El Selameyê. Desteyê, sedemên fermî yên biryara girtina derî diyar nekir.