Li Amed û Dîlokê Newroz hate pîrozkirin

Parve bike:

AMED - Li navçeyên Pîran û Xana Axparê, tevî barana zêde jî gelek kes hatin ba hev û li ber dehol û zurnayê li dora agirê Newrozê govend gerandin. Li bajarê Dîlokê jî agirê Newrozê hate vêxistin.

 
Li navçeyên Pîran û Xana Axparê yên Amedê, bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" pîrozbahiyên Newrozê hatin li dar xistin. Li taxa Hopekê ya Pîranê gelek welatî hatin ba hev. Rexmê baranê jî, girseyê agirê Newrozê vêxist û bi tîlîlî û li ber dehol û zurnayê govend gerandin.
 
LI XANA AXPARÊ MEŞA BI MEŞALE
 
Li taxa Kela Gabanê ya Xana Axparê jî, welatî rexmê barana zêde Newrozê pîroz kirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredarên Xana Axparê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn.
 
Gel bi meşaleyan ber bi girê Mîr Xidir ve meşek li dar xist. Piştî meşê, li ser gir agirê Newrozê hat vêxistin û bi gerandina govendan Newroz hat pîroz kirin.
 
 
DÎLOK
 
Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dîlokê, bi dirûşma “Newroz pîroz be” li taxa Gazîkentê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Li qada pîrozbahiyê, bi domdarî dirûşmên "Newroz pîroz be", "Jin, jiyan, azadî" û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî govenda li dora agirê Newrozê, çalakî bi dawî bû.