RIHA - Şandeya siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê ku îro gihiştibûn Kobanê serdana şîna Salih Muslim kir. Parlamenter Gülcan Kaçmaz Sayyîgît di şînê de axivî û got: "Rêya Bavê Welat rêya me ye, berxwedan û têkoşîna wî dê her tim rêya me ronî bike."
Şandeya ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tê, çû serdana konê sersaxiyê yê ku li Kobanê ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hatibû vegirtin. Salih Muslim di 11'ê Adarê de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû.
Şande ji Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş, Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ya ji Tekiliyên Derve Berpirsiyar Ebru Gunay, aktivîsta TJA'yê Sebahat Tuncel, siyasetmedarên Kurd Leyla Zana, Çetîn Arkaş, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, pêk tê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a ku di nava şandeyê de cî digire di şînê de axivî û ev tişt got: "Me dixwest ku em di rojên azad de, li ser van axên pîroz, li ser axa berxwedanê bi gelê xwe yê binxetê re werin cem hev û li ser tiştên xweş biaxivin. Lê mixabin, sedema hatina me wefata Bavê Welat e, ew hevalekî fedakar û dildarê ax, ziman û çanda xwe bû. Em wek şande, ji bo vê merasimê hatin ser van axên pîroz. Sibê em ê beşdarî merasima rêzdar Salih Muslim bibin. Em pir xemgîn in. Bila êdî xem û êş di nava gelê me de nemîne. Em dixwazin dema ku em jiyana xwe ji dest bidin û çavên xwe bigirin, li dû me welatekî azad, azadî û wekhevî bimîne. Salih Muslim ji bo welatekî azad û jiyanekî wekhev jiya. Em li vir li ser navê şandeyê wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dibêjin ku rêya Bavê Welat rêya me ye, berxwedan û têkoşîna wî dê her tim rêya me ronî bike."