NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîl-DYA’yê yên li dijî Îranê di roja 12’an de berdewam dikin. Di êrişên tevahiya şevê de li gelek bajarên Îranê hate xistin.
Êrişên Îsraîl û DYA’yê yên li dijî Îranê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribûn, di roja 12’an de didomin. Êriş, di van 12 rojan de bênavber domiyan û ji hewldanên dîplomatîk ên bi veşarî tên meşandin jî heta niha tu encameke nehatiye bidestxistin. Şevê din jî li dijî hêzên rejîmê yên li bajarên Îsfehan, Bişêr, Hurmuzgan, Kişm, Bender Abbas, Çaharmahal, Bextiyarî, Şehrî Kurd, Tehran û Kerecê êriş hatin kirin.
Artêşa DYA’yê îdia kir ku li nêzî Tengava Hurmuzê li 16 keştiyên Îranê xistiye. Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku van keşiyên behsa xeberê li nêzî Tengava Hurmuzê “mayin di çandin.
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Hîzbullahê yên li Lubnanê berdewam in. Îsraîlê, di saetên şevê de li dijî başûr û rojhilatê Lubnanê êrişên hewayî da destpêkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di êrişan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Îranê, li dijî protestoyên îxtîmalî, di bin navê îdiaya “sîxurtiyê” de pêla girtin û binçavkirinan daye destpêkirin. Hêzên rejîmê, bi dehan kesên îdia dike ji DYA û Îsraîlê re “sîxûrtiyê dike” binçav kir. Polîsên Îranê, ragihand ku 81 kesên tê îdiakirin girêdayî medyaya biyanî û aktorên derve ne girtiye.
Midûrê Giştî yê Hêzên Emniyetê ya Îranê Ahmetriza Radan, li dijî protestoyên îxtîmalî, gefa “tiliya me li ser tetîkê ye” xwar.
KÊ ÇI GOT?
Rêveberên welatên yekser aliyê êrişan û yên rastî êrişan tên jî têkildarî êrişan daxuyanî dan. Serokê DYA’yê Donald Trump, got “dibe ku şer di demekî pir nêz de bi dawî bibe lê ne di nava vê hefteyê de.” Trump, anî ziman ku heke Îran di mijara bernameya nukleerê de peymanekê mohr neke, dê operasyona wan a leşkerî hêj tundtir bibe. Trump, anî ziman ku ger Îran nehêle di Tengava Hurmuzê de petro were sewqkirin, ew ê bertekeke tund nîşanî vê bidin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, diyar ikr ku êrişên wan ên li dijî Îranê hêj bi dawî nebûne û dê oprasyonên wan bidomin. Netanyahu, diyar kir ku “Armanca Îsraîlê ew e ku gefa rejîma Îranê ya li dijî hebûna me ji holê rake.”
Rayedarên îranî gotin ku dê bersiva wan a li dijî êrişan bidome. Her wiha Îranê gef xwar û got heke êriş berdewam bikin, dibe ku îxracata petrolê ya ji Rojhilata Navîn bisekine.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, ji bo şer mezintir nebe, banga rawestandina operasyonên leşkerî li DYA û Îsraîlê kir. Yi, got ku divê serwerî û yekparetiya xaka Îranê were parastin.
Qeter û Mirnişînên Yekbûyî yên Ereb, êrişên Îranê yên bi moşek û dronan şermezar kir û banga kêmkirina rageşiyê kirin. Erebistana Siûdî û hinek welatên Kendavê jî ji bo kêmkirina rageşiya bi Îranê re, dest bi xebatên dîplomatîk kirin.