Agirê Newrozê dê bi daxwaza wekhevî û azadiyê bê geşkirin
STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî bal kişandin ser “Newroza Azadî û Demokrasiyê” û gotin: “Divê em zemîna ku lê daxwazên her alî vedihewîne veguhezînin qada Newrozê.”
Li Stenbolê bangên ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê ya ku dê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” bê pîrozkirin, didomin. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stênbolê Kezban Konukçu û Berdevka Partiya Azadiya Civakî Juliana Gozen bal kişandin ser girîngiya Newroza sala 2016’an.
Hakan Ozgur diyar kir ku divê Newroz tevî pêvajoyê bê nirxandin û bi têkoşîna gelê Kurd pêvajoyê dest pê kiriye û divê êdî gav bêne avêtin û ev tişt got: “Divê qanûna înfaza cezayê bi awayekî adilane bê sepandin. Divê mercên Ocalan ê ku pêşiya vê pêvajoyê vekir bên başkirin. Herwiha divê qanûnên veguhêz bên derxistin. Em di vê mijarê de li bendî gavên şênber in. Bendewariya gelê Kurd û ya hemû kesan ev e. Di demên pêş de tevî aliyên polîtîk em ê ji bo vê xebatên hevpar bikin. Di vê çarçoveyê de dê demên pêş bi têkoşîna aştî û demokrasiyê ve derbas bibe.”
RUHÊ 8’Ê ADARÊ DÊ LI QADA NEWROZÊ BE
Kezban Konukçuyê anî ziman ku beşdariya gelê Kurd û dostên wan a Newrozê ji bo xwedîderketina pêvajoyê û aştiyekî mayinde girîng e û wiha axivî: “Em di 8’ê Adarê de li qadan bûn. Ji bo xwedîderketin û serketina pêvajoyê tevkariya jinan pir girîng e. Divê em hevgirtina gelên bindest û têkoşîna hevpar bihûnin. Ev yek divê li Newrozê jî bê xuyakirin. Ez li benda tevlibûna gelê Kurd, enternasyonalîs û kedkaran im ku biherikin qadên Newrozê.”
Juliana Gozenê diyar kir ku Newroz, ji bo wekhevî, azadiya gelan û cîhanekî bê wekhev banga serîhildanê ye û îsal agirê Newrozê dê ji bo vê yekê bê geşkirin û got: “Divê em ji bo hemwelatîbûna wekhev û zimanê dayikê têbikoşin. Divê em zemîna ku lê daxwazên her alî vedihewîne veguhezînin qada Newrozê. Herwiha divê em li dijî qetilkirin, tacîz û tundiya li ser jinan Peymana Stenbolê û têkoşîna zimanê dayikê ya gelê Kurd veguhezînin qada Newrozê. Qada Newrozê dê bibe qada hemû daxwaziyan.”