‘Aştî tenê bi Rêbertiya me dikare were’
- Rojane
- |
- 11 Adar 2026 09:51
- |
MÊRSÎN - Welatiyên tev li xwarina fitarê ya Çukurova TUAY-DER’ê bûn, got: “Aştî tenê bi Rêbertiya me dikare were.”
Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER), şevê din li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê xwarina fitarê da. Xwarina fitarê li eywaneke dawetan hate dayin û gelek kes tev li bûn. Welatiyên tev li fitarê bûn, piştgirî dan Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin.
Welatiyan, diyar kir ku her tim daxwaza aştiyê dikin û got: “Lêbelê devlet ev saleke tu gavan naavêje. Ji bo aştî çêbibe divê ji ewil Rêbertiya me azad bibe û girtiyên nexweş bên berdan. Heta ev çênebin dê baweriya me bi gotinên aştiyê neyê. Tekane kesê dikare pêşiya şer bigire, Rêbertiya me ye. Aştî tenê bi wî dikare were.”
Nûçeyên Têkildar
Jinên li Mersînê: Bila Newroz bibe wesîleya azadiya Rêberê me
Li Mersînê jinên li Parka Barişê agirê ewil ê Newrozê pêxistin gotin: “Bila Cejna Newroza îsal bibe wesîleya azadiya Rêberê me.”
- Rojane
- 09:50 11/3
Di 8’ê Adarê de ‘pêvajo’ derket pêş: Azadiyeke bêyî Rêbertiyê em weke azad nabînin
Di mitînga 8'ê Adarê ya Amedê de têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk peyam hatin dayin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan derket pêş.
- Rojane
- 09:53 09/3
Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye
Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."
- Jin
- 09:12 09/3
Jinên tev li mitînga Êlihê bûn: Em bi ruhê 8’ê Adarê tev li Newrozê bibin
Jinên tev li mitînga 8’ê Adarê ya Êlihê bûn banga “Em bi ruhê 8’ê Adarê tev li Newrozê bibin” kir.
- Jin
- 09:54 08/3
Xelkê Wanê: Divê li Îranê gel bi azadî bijîn
Xelkê Wanê bal kişandin ser şerê li Îranê û diyar kirin ku pêwîst e gel karibin bi azadî bijîn û divê rejîm bêyî mirina sivîlan biguhere.
- Rojane
- 09:25 05/3