'Heta Ocalan azad nebe aştiyekî mayinde ne pêkan e'

Parve bike:

EDENE - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê diyar kirin ku mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e û gotin: "Heta Rêbertî azad nebe û mafên gelê Kurd neyên qebûlkirin, aştiyekî mayinde ne pêkan e."

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê bi bîr xistin ku di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibata 2025'an re salek derbas bû. Dayikan anîn ziman ku tevgera Kurd di vê pêvajoyê de gavên cûrbecûr avêtine, lê dewletê li hemberî vê tu gavên şênber neavêtine û nerazîbûn nîşandan.
 
Dayika Aştiyê Şemşa Bagdu ya ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, diyar kir ku gelê Kurd bi salan e rastî komkujî, girtin û îşkenceyan tê, lê tevî vê jî dev ji daxwaza aştiyê bernedane. Şemşa Bagduyê destnîşan kir ku wek dayik êdî naxwazin şer çêbe û ev tişt got: "Bila êdî dilê me neşewite. Kurdan tu carî şer nexwestiye, her tim daxwaza aştiyê kirine."
 
'HETA KURD AZAD NEBIN KES AZAD NABE'
 
Şemşa Bagduyê bal kişand ser gavên ku divê ji bo aştiyê werin avêtin û wiha axivî: "Divê Rêberê me azad bibe. Ziman, nasname û perwerdehiya Kurdî were qebûlkirin. Heta ev pêk neyên aştî pêk nayê. Ji ber vê yekê beriya her tiştî divê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Heta Kurd azad nebin, li Rojhilata Navîn kes azad nabe. Lewma divê her kes piştigiryê bide ji bo vê aştiyê. Em baweriya xwe bi Rêbertiya xwe tînin. Heke carekî din şer derkeve, dinya dê serûbin bibe û her kes dê winda bike. Kurd, Ereb û Tirk jî dê jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo ku ev nebe, bila aştî pêk were."
 
'BÊYÎ RÊBERTIYÊ AŞTÎ NABE'
 
Xeza Ozluyê bi bîr xist ku Abdullah Ocalan di raboriyê de gelek caran ji bo aştiyê gav avêtine lê dewletê bersiv nedaye û wiha axivî: "Rêbertiya me tevî ku 28 sal in dîlgirtî ye jî her tim daxwaza aştiyê kir. Em bawer nakin ku bêyî Rêbertiyê aştiyek pêk were. Wek dayik, em ji bo her kesî aştiyê dixwazin."
 
'DIVÊ DEWLET GAV BIAVÊJE'
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Tenzîle Turgayê jî got ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ku têkoşîna çekdarî gihîştiye astekê û êdî divê siyaseta demokratîk bikeve dewrê. Tenzîle Turgayê anî ziman ku gelê Kurd mîna gelên din mafên xwe yên bingehîn dixwaze û ji bo aştiyekî mayinde divê gavên demokratîk werin avêtin.
 
'DIVÊ CENAZE RADESTÎ MALBATAN BÊN KIRIN'
 
Beza Oruçê jî anî ziman ku di ser banga aştiyê re salek derbas bûye û divê dewlet gavên şênber biavêje. Beza Oruçê xwest girtî werin berdan û got: "Salek e ne cenazeyên gerîlayan ne jî yên leşkeran tên. Ji bo ku ev bidome, divê aştî mayinde bibe. Girtiyên nexweş divê werin berdan û cenaze radestî malbatan bên kirin." 
 
MA / Mehmet Guleş    
 
Nûçeyên Têkildar
Dîroknasê Ingilistanî: Hewldana wêrek a Kurdan her cureyên piştgiriyê heq dike
Dîroknasê Ingilistanî: Hewldana wêrek a Kurdan her cureyên piştgiriyê heq dike

Dîroknasê Ingilistanî Goeff Eley, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk peyamek şand û got: “Piştî ewqas krîz û şikestinên xeyalan ên êşbar, piştî ewqas tundî û zextê jî, xuyakirina asoyeke ku mirov dikare xwe bigihînê, tiştekî bêhempa ye.”

Eren Keskîn: Roja ku rapor hate aşkerekirin diviyabû biryarên AYM û DMME'yê bihatina bicihanîn
Eren Keskîn: Roja ku rapor hate aşkerekirin diviyabû biryarên AYM û DMME'yê bihatina bicihanîn

Eren Keskînê pêşniyara rapora komîsyonê ya ji bo sepandina biryarên AYM û DMME'yê rexne kir û got: "Gotina dewletê ya 'bila hiqûq were sepandin' rewşekî komedî ye. Tuyê bibêjî hinekên din asteng dikin."

Wekîlê Partiya Saadetê: Divê demildest gavên baweriyê didin bên avêtin
Wekîlê Partiya Saadetê: Divê demildest gavên baweriyê didin bên avêtin

Wekîlê Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku hewceye di çarçoveya pêvajoyê de gavên îdarî û zagonî bên avêtin û got: “Divê hikûmet demildest gavên baweriyê didin civakê biavêje.”

Endamê Komîsyona Meclisê yê DEM Partiyê Firat: Divê rapor demildest bibe qanûn
Endamê Komîsyona Meclisê yê DEM Partiyê Firat: Divê rapor demildest bibe qanûn

Endamê Komîsyona Meclisê yê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku divê bendên di rapora komîsyonê de bi lez û bez bibin qanûn.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê dest pê kir
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê dest pê kir

Hevdîtin endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar a bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re dest pê kir.