Eren Keskîn: Roja ku rapor hate aşkerekirin diviyabû biryarên AYM û DMME'yê bihatina bicihanîn

Parve bike:
STENBOL - Eren Keskînê pêşniyara rapora komîsyonê ya ji bo sepandina biryarên AYM û DMME'yê rexne kir û got: "Gotina dewletê ya 'bila hiqûq were sepandin' rewşekî komedî ye. Tuyê bibêjî hinekên din asteng dikin."
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a berê û parêzvana mafên mirovan Eren Keskînê, rapora Komîsyona Meclisê ya ku di 20'ê Sibatê de hate aşkerekirin nirxand. Eren Keskînê diyar kir ku nirxandina mijarê ya di rojeva Meclisê de girîng e, lê rapor daxwazên raya giştî ya demokratîk bi cih nayîne û ev tişt got: "Ev rapor binpêkirinên mafan û sûcên dewletê nanirxîne û bi temamî li ser sûcdarkirina tevgera Kurd hatiye amadekiirn."
 
Eren Keskînê destnîşan kir ku fikarên siyasî di raporê de derketine pêş û wiha axivî: "Endamên AKP’ê beriya bi salan polîtîkayên dewletê yên bêçareseriyê yên di pirsgirêka Kurd de rexne dikirin, heta dewleta Tirk ji vê re digot 'Torosên Spî'. Dema AKP hat, gotin serdema Torosên Spî qediya. Dibêjin 'em ê êdî wisa tevnegerin.' Ev jî nîşan dide ku pirsgirêka Kurd heye. Ji ber bê, ev rapor bi tu awayî binpêkirinên mafan û sûcên dewletê nanirxîne. Raporek li ser sûcdarkirina tevgera Kurd hatiye amadekirin, li vir neheqiyek heye. Heke dewleta Tirk demokratîk bibe, çareseriya pirsgirêka Kurd dê pir hêsan bibe. Em wek parêzvanên mafên mirovan hatin vexwendin Meclisê û me beriya raporê daxwazên xwe pêşkêş kirin. Lê tevî vê yekê, me di raporê de îradeya demokratîkbûnê nedît. Divê mirov bibêje ku bi giştî rapor daxwazên raya giştî ya demokratîk bi cih nayîne."
 
Eren Keskînê anî ziman ku rexmê kêmasiyên wê jî rapor girîng e û got: "Lê di erdnîgariyekî ku neteweperestî û nijadperestî ewqasî lê hatiye belavkirin û qebûlkirin de, li gorî fikra min amadekirina raporekî wiha girîng e."
 
'SENDÎKA DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE KÊM MAN'
 
Eren Keskinê rexne li rêxistinên kedê jî girt û diyar kir ku wan di xebatên aştiyê de rolekî têr negirtine ser xwe û wiha pê de çû: "Gelo sendîka li dijî vê pêvajoyê bertekekî têr nîşan didin? Tevî ku karker û kedkar zirara herî mezin ji van polîtîkayên şer dibînin, heta niha daxuyaniyek, pêşniyarek an jî nêrînek sendîkayan a balkêş li ser pêvajoya aştiyê nîne. Ez her tim vê mînakê didim: Erdnîgariya me erdnîgariya şer e, bi salan e rewşekî pevçûnê heye. Lê heta îro, wek mînak; çîna karkeran a Tirkiyeyê rojekê jî ji bo aştiyê neketiye greva giştî. Ev kêmasiyên pir mezin in. Sendîka di vê pêvajoyê de pir kêm man. Ji bo ku em vê raporê bi bandortir bikin, peywirekî mezin dikeve ser milê me jî. Rapora li Meclisê hatî amadekirin girîng e, lê yên ku dê bandora wê ya di qada demokratîk de mezin bikin em in, divê em bi daxwazên xwe vê bikin."
 
'TIRKIYE HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'
 
Eren Keskînê bi bîr xist ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nayên sepandin û bal kişand ser pêşniyara raporê ya di vê mijarê de û got: "Gotina dewletê ya 'bila hiqûq were sepandin' rewşekî komedî ye. Tuyê bibêjî qey hinekên din asteng dikin. Wek mînak tê gotin 'bila biryarên DMME û AYM'ê werin sepandin'. Belê, bila werin sepandin, jixwe çima nayên sepandin, pirsgirêka me jixwe ew e. Li gorî xala 90'î ya Destûra Bingehîn hiqûqekî navneteweyî heye ku li ser hiqûqa navxweyî tê qebûlkirin. Nexwe Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Osman Kavala, Çîgdem Mater û yên din çima di girtîgehê de ne? Ji bo ku tiştek hiqûqî be, parastinekî hiqûqî ya bibiryar pêwîst e. Di roja aşkerakirina rapora Meclisê de, diviyabû saetek piştî wê hemû biryarên AYM û DMME'yê tavilê bihata sepandin. Hêj jî nayên sepandin. Astengiyek tune ye. Berevajî vê, Dewleta Komara Tirkiyeyê neçar e van bisepîne, lê nake. Nexwe li Tirkiyeyê hiqûq tune ye."
 
'MAFÊ HÊVIYÊ MECBÛRIYETEK E'
 
Eren Keskînê rexne li nîqaşên ser "mafê hêviyê" girt ku wek qenciyekî tê nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çi doza Abdullah Ocalan çi jî dozên din, Tirkiye li pêşberî DMME'yê hat mehkûmkirin. DMME dibêje: 'Heke kesek zêdetirî 25 salan girtî mabe, tu neçar î ku ji bo wî verastkirina mafê hêviyê bikî'. Ev ji bo Tirkiyeyê mecbûriyetek e. Lê pergalek wiha ava kirin, nijadperestî û neteweperestî wiha pêş xistin ku niha nikarin li dijî vê hişmendiya ku ava kirine hinek tiştan bînin ziman.. MHP’ê beriya sal û nîvekî digot 'bila AYM were girtin'. Li her derê pankartên 'Selahattîn Demîrtaş terorîst e' daliqandibûn. Lê niha yê ku dibêje 'bila ev biryar werin sepandin' dîsa MHP ye. Ev tiştekî balkêş e. Sepandina biryarên DMME'yê mecbûriyetek e. Tirkiye jixwe mecbûr e vê verastkirinê bike."
 
'DOZGER: EZ NIZANIM KÎ GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ BIRÊVE DIBE'
 
Eren Keskînê der heqê mercên Girtîgeha Îmraliyê jî wiha got: "Ez yek ji 12 parêzerên ewil ên Ocalan im. Dema cara ewil anîn Girava Îmraliyê tecrîd hebû. Wê demê jî Îmralî ciyekî wisa bû ku nedihata zanîn kî birêve dibe, ne li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, lê ji navendekî din a cuda dihat birêvebirin. Dema me serî li dozgeriyê da û pirsî 'ev girtîgeh ji ku tê birêvebirin?', dozger gotibû 'ez jî nizanim kî birêve dibe'. Bêhiqûqiyekî wiha hebû. Ji ber wê, dema mijar dibe meseleya Kurd, ev polîtîkayên durû her tim di rojevê de ne. Ev hem ji bo Ocalan hem jî ji bo girtiyên Kurd derbasdar e. Li vir pirsgirêk ne tevgera siyasî ya Kurd e, helwesta dewleta Tirk e. Helwesta dewletê ya li hemberî Kurdan xwe dispêre beriya komarê. Nêzîkatiya dewletê ya ku xwe dispêre tunekirin an bişaftinê nêzîkatiyekî ewlehîparêz e. Divê ev nêzîkatî were nîqaşkirin. Ev nêzîkatî bi xwe pirsgirêk e."
 
'DIVÊ GAVÊN KU MUXALEFETÊ QANI BIKIN BÊN AVÊTIN'
 
Eren Keskinê pirsî "Gelo îradeya çareseriya van pirsgirêkan di Dewleta Komara Tirkiyeyê de heye an na?" û wiha got: "Ez hêj jî di vê mijarê de ne bawer im. Ji ber vê yekê divê gavên ku muxalefeta demokratîk û di serî de gelê Kurd bawer bikin, bên avêtin. Tehliyeya girtiyên siyasî û di serî de girtiyên nexweş, rakirina qanûna têkoşîna li dijî terorê, guhertina qanûna înfazê û pêşxistina polîtîkayên li gorî peymanên navneteweyî pêwîst in. Heke ev werin kirin her kes dê bibe xwedî hêvî, lê niha ji ber ku dewlet gav navêje her kes bifikar e."
 
'JI BO AŞTIYÊ VERASTKIRINÊN QANÛNÎ PÊWÎST IN'
 
Eren Keskînê diyar kir ku divê qanûnên taybet ên entegrasyonê werin derxistin û wih axaftina xwe bi dawî kir: "Heke aştiyekî rastîn tê armackirin, divê ji bo vê verastkirinên qanûnî werin kirin. Divê azadiya girtiyan, vegera kesên ku bi sedemên siyasî koç kirine û rawestandina darizandinên wiha were misogerkirin. Divê xalên antîdemokratîk ên di qanûnan de werin veraskirin, astengiyên li ber azadiya raman û rêxistinbûnê bên rakirin."
Nûçeyên Têkildar
Dîroknasê Ingilistanî: Hewldana wêrek a Kurdan her cureyên piştgiriyê heq dike
Dîroknasê Ingilistanî: Hewldana wêrek a Kurdan her cureyên piştgiriyê heq dike

Dîroknasê Ingilistanî Goeff Eley, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk peyamek şand û got: “Piştî ewqas krîz û şikestinên xeyalan ên êşbar, piştî ewqas tundî û zextê jî, xuyakirina asoyeke ku mirov dikare xwe bigihînê, tiştekî bêhempa ye.”

'Heta Ocalan azad nebe aştiyekî mayinde ne pêkan e'
'Heta Ocalan azad nebe aştiyekî mayinde ne pêkan e'

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê diyar kirin ku mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e û gotin: "Heta Rêbertî azad nebe û mafên gelê Kurd neyên qebûlkirin, aştiyekî mayinde ne pêkan e."

Wekîlê Partiya Saadetê: Divê demildest gavên baweriyê didin bên avêtin
Wekîlê Partiya Saadetê: Divê demildest gavên baweriyê didin bên avêtin

Wekîlê Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku hewceye di çarçoveya pêvajoyê de gavên îdarî û zagonî bên avêtin û got: “Divê hikûmet demildest gavên baweriyê didin civakê biavêje.”

Endamê Komîsyona Meclisê yê DEM Partiyê Firat: Divê rapor demildest bibe qanûn
Endamê Komîsyona Meclisê yê DEM Partiyê Firat: Divê rapor demildest bibe qanûn

Endamê Komîsyona Meclisê yê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku divê bendên di rapora komîsyonê de bi lez û bez bibin qanûn.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê dest pê kir
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê dest pê kir

Hevdîtin endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar a bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re dest pê kir.