Qeyûmekî nû tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin

Parve bike:
COLEMÊRG - Piştî Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk wekî Cîgirê Wezîrê Karên Derve hat tayinkirin, Cuneyt Orçun Zor wekî qeyûm tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin. 
 
Di sala 2024'an d eqeyûm tayinî Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû kirin. Wekî qeyûm, Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk hatibû peywirdarkirin. Çelîk, di 20'ê Sibata 2026'an de bi Biryarnameya Serokkomartiyê wekî Cîgirê Wezîrê Karên Derve hat tayinkirin û li şuna wî İbrahim Taştapan wekî Waliyê Colemêrgê hat yainkirin. Taşyapan, Cîgirê Waliyê Colemêrêgê û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Cuneyt Orçun Zor wekî qeyûmê Şaredariya Colemêrgê peywirdar kir.