Dayika Aştiyê Rewşan Doner a wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû

Parve bike:
STENBOL - Endama Înîsyatifa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Rewşan Doner ku wesayît lê qelibî, bi giranî birîndar bû. 
 
Endama Înîsyatifa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Rewşan Doner, îro danê nîvro li ji mala xwe ya li Bagcilar a Stenbolê derket, gava xwest ji rawestgeha otobusê ya li Kolana Osmangaziyê derbasî aliyê din bibe, wesayîtek lê qelibî. Rewşan Doner, bi giranî birîndar bû. Hat diyarkirin ku ajovanê wesayîta ku li Rewşan Donerê qelibî jî, ji cihê bûyerê reviyaye. 
 
Piştî kesên li derdorê hay pê xistin, tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyer û Rewşan Donerê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bagcilarê.