Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Graham re civiyan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Senatorê Amerîkî Lindsey Graham re civiyan.
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî, û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de li Almanya bi Senatorê Amerîkî yê Komarî yê navdar Lindsey Graham re civiyan.
 
Graham di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê li Almanya ji rojnamevanan re got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA`ê dê wekî hevalbendek di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de parastina gelê Kurd û piştgiriya wan bike, û diyar kir ku Washington wan bernade.
 
Graham da zanîn ku welatê wî êrişên hikûmeta demkî li dijî Kurdan rawestandiye, û qanûnek Amerîkî heye ku her welatekî ku piştgiriyê dide êrişên weha ceza bike.
 
Senator Lindsey Graham xwediyê pêşnûmeya "Parastina Kurdan" e, ku dê li Kongresa Amerîkayê were pêşkêşkirin.