NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 27'emîn a Komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de li gelek welatên cîhanê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Hollandayê bi hezaran kes di salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî de ji La Canebière heta Vieux-Port meşiyan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi meş û mîtîngek girseyî hat protestokirin.
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan di saetên nîvro de ji Marsîlya, Draguignan, Marignane û Montpellierê hatin, li Qada La Canebière kom bûn. Di çalakiyê de dewletên navneteweyî yên ku di 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan korsanwarî girtin û radestî Tirkiyeyê kirin, hatin protestokirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Başûrê Fransayê (FKDK-BF) Yilmaz Serhed di çalakkyê de axivî û bal kişand ser xwepêşandanên ku ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve bênavber berdewam dikin û şehîdên ”Hûn nikarin Roja me tarî bikin”bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî. Serhed diyar kir ku êrîşên li ser Rojava parçeyek ji komploya nû ye û anî ziman ku wê xwedî li paradîgmaya civaka demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo Rojhilata Navîn hatî pêşxistin derkevin.
KOPENHAG
Li paytexta Kopenhagê bi sedan Kurdistan û dostên wan bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meş û mitîng li dar xistin.
Kurdistanî û alîgirên xwe, di saet 13:00’an de li Qada Vesterbros Torvê li hev civiyan. Girseyê ku ji vir heta Rådhuspladsen (Qada Şaredariyê) meşiyan û danezana bi Ingilîzî xwend û belavkirin.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Frihed for Ocalan”, “Statu for Rojava”, “Biji Berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Çalakî li Rådhuspladsenê bi mitîngê dewam kir. Di axaftinên li ser navê Platforma Azadî ji Ocalan û ciwanên enternasyonalîst de, hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê de aktorekî polîtîk ê bingehîn e û hate destnîşankirin ku divê tavile were berdan.
Piştî axaftinan, ji bo çalakiyên nû ku wê daxwaza statu ji Rojava re bê lidaraxistin, bang hate kirin. Mitîng bi dirûşmeya, “Frihed for Ocalan” bi dawî bû.
OSLO
Li paytexta Norwêçê Osloyê meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd hat lidarxistin. Di çalakiyê de salvegera 27’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di dema meşê de bi caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Gelê Kurd Yek e”, “Yaşasın Rojava ve Rojhilat direnişi” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Di meşê de daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Berxwedan û serhildana gelê Kurd a li Kurdistan û cîhanê, serkeftina gelê Rojavayê Kurdistanê anî. Ev bû bersiva herî bi hêz a li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya hêzên dagirker û dijmin. Gelê Kurd bi ramanên Rêber Apo, ligel Rêberê xwe dê bigihêje azadiyê.”
HAMBURG
Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” ji ber salvegera 27’an a Komploya Navdewletî meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (MCDK) û Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Sternschanze Bahnhofê dest pê kir, li ber Konsolosxaneya Tirk a li taxa Dammtorê bi dawî bû.
Di meşê de ku bi piştgiriya girseyî ya FED-DEM’ê pêk hat, MCDK, Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman û Kurdistanî beşdar bûn. Pankartên bi nivîsa “Freiheit für Abdullah Ocalan, Statüs für Rojava” û “Heta Azadiya Rêbertî, Berxwedana Be Dawî” hatin hilgirtin; her wiha posterên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TJK-E û TEV-DEM’ê jî hatin hildan. Girseyê bi caran siloganên "Bijî Serok Apo", “Selam selam İmralı’ya bin selam”, “Bijî Berxwedana Rojava" û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ya ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Leyla Kaya daxuyaniyek da. Leyla Kaya diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî hatiye dîlgirtin û hat xwestin ku gelê Kurd bê tunekirin. Kaya wiha got: “Rewşa Rojava nîşaneya salvegera 27’an a komploya navdewletî ye ku bû sedema revandina neqanûnî ya Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê. Rêber, di girtîgehê de jî ji bo çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd hewildanên xwe domand. Ji bo ku qonaxa diyalogê ya heyî bigihêje hevdîtinên aştiyê yên fermî, divê fersenda tevgera bêasteng ji bo Abdullah Ocalan bê peydakirin. Aştî di bin şert û mercên tecrîdê de nayê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê em daxwaza azadiya Rêber dikin.”
ROMA
Li paytexta Îtalyayê Romayê, salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd û êrîşên navdewletî yên li ser Rojava hatin protestokirin. Di meşa ku bi pêşengiya komeleya Kurd Ararat û Buroya Agahdarkirina Kurdistanê hat lidarxistin de nêzî hezar kes beşdar bûn. Partiyên çep ên Îtalyayê, saziyên mafên mirovan, aktîvîst û nûnerên sendîkaya Cobas jî piştgirî dan çalakiyê.
Meş li Piazza Indipenza dest pê kir û li Piazza Barberini bi axaftinan bi dawî bû. Girseyê êrîşên li ser Rojava û komployên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û peyamên piştgiriyê dan. Derbarê wate û girîngiya rojê de axaftinên cuda hatin kirin û di dema meşê de siloganên piştgiriyê ji bo têkoşîna azadiya Kurd hatin berzkirin.