NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera komploya 15’ê Sibatê de, li Strasbourgê miting hate li darxistin û di mitîngê de axêveran azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, yekitiya neteweyî û statuya Rojava hate destnîşankirin.
Bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mitînga ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê hat lidarxistin bi axaftinan berdewam kir.
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus di mitîngê de axivî û wiha got: “Bi komploya ku li Rojava li ser Kurdan hatî avakirin, hat xwestin ku hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê werin rakirin. Lê belê berxwedana ku gelê Kurd li çar aliyê cîhanê nîşan da, îro li cîhanê dengekî mezin veda û ev komplo pûç kir. Min ji Rojava silav ji bo we anîn, min ji qadên berxwedanê silav ji we re anîn. 27 sal in li ser şexsê Rêber Apo komployeke mezin li dijî gelê Kurd tê meşandin. Ev komploya mezin a ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd de Kurdan dike hedef, 27 sal in berdewam dike. Gelê Kurd, li dora rêberê xwe bûye yek û 27 sal in li dijî vê komployê têkoşîneke bênavber dide. Paradîgmaya ku Rêber Apo daniye holê, pergaleke alternatîf pêşkêşî cîhanê dike. Ev komplo di heman demê de li dijî vê paradîgmayê ye. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derkeve û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk tê, li rex wî be. Ev komploya ku bi Rêber Apo dest pê kir, îro berê xwe daye hemû destkeftiyên gelê Kurd. Xeterî hîn derbas nebûye; komplo bi hemû versiyonên xwe berdewam dike. Tirkiye, Sûriye û Îran, ji bo ji holê rakirina destkeftiyên gelê Kurd hewildanên xwe didomînin. Ji ber vê yekê divê têkoşîn were mezin kirin, qad neyên terkkirin û heta statuya Rojava pêk tê berxwedan bi biryardarî were domandin. Li ser vê bingehê divê di siyaseta Kurd de yekîtî were avakirin, hêzên siyasî yên li hemû parçeyan helwesteke hevpar pêş bixin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, CPT, AP û YE erkên xwe bi cih bînin” got.
DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ LI GORÎ HÎMÊN XWE TEVBIGERE
Parlementerê Fransî Emmanuel Fernandes jî got: “Em îro li vir in da ku daxwazeke gerdûnî bînin ziman. Em îro li vir in da ku ji bo gelê Kurd dadwerî, rûmet û demokrasiyê biqîrin. Di heman demê de em azadiya Abdullah Ocalan ê ku 27 sal in di girtîgehê de tê girtin daxwaz dikin. Mercên girtina Abdullah Ocalan, ne li gorî peymanên navneteweyî ne ku Tirkiye jî îmze kiriye û mecbûr e pêk bîne. Ev ne tenê meseleya gelê Kurd e, meseleya hiqûqa gerdûnî û berpirsiyariyên navneteweyî ye. Sedema ku em îro li vir in ew e ku Konseya Ewropayê li Strasbourgê ye û wezîfeya wê parastina mafên mirovan di dewletên endam de ye. Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku bi şêweyekî li gorî hîmên xwe, bi îstîkrar û bi wêrekî tevbigere. Di heman demê de, bi mîlyonan Kurd li Rojava, li Rojhilata Navîn projeyeke demokratîk a bêhempa ava dikin û diparêzin. Ev pergala ku li ser bingeha yekîtiya gelan, wekheviya jin-mêr û demokrasiya herêmî ya piralî hatî avakirin, tevî hemû zehmetiyan li ser pêyan dimîne. Ji ber vê yekê divê statuya Rojava di asta navneteweyî de were naskirin û were girtin bin ewlehiyê. Kobanê, li dijî barbariya DAÎŞ’ê bû sembola berxwedanê ya cîhanî. Lê belê tevî peymanên agirbestê êrîş berdewam dikin, sivîl û binesazî tên hedefgirtin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê em bang li saziyên Ewropayê û civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikevin tevgerê û statuya demokratîk a Rojava nas bikin.”
YEKITIYA KURDAN NIHA GIRTÎNGTIR E
Li ser navê YNK’ê jî Şêx Şemal di mitîngê de axaftinek kir. Wî diyar kir ku dîlgirtina ku 27 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nayê qebûlkirin û got ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo riya aştiyeke dadwer li herêmê pêdiviyeke bingehîn e. Şemal bang li saziyên Ewropayê û bi taybetî li Konseya Ewropayê (KE) kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û li dijî vê bêhiqûqiyê gavan biavêjin û wiha got: “Li dijî êriş û komployên li ser Rojava, yekîtiya gelê Kurd ji her demê zêdetir xwedî giringiyeke mezin e. Li ser vê bingehê em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin, destnîşan dikin ku divê gelê Kurd di nav yekîtiyê de li dora wî bibe yek û em berxwedana birûmet a li Rojava silav dikin.”
EM Ê HER DEM LI GEL GELÊ KURD BIN
Parlementera Partiya Keskan û Ekologan Sandra Regol diyar kir ku ew bi gelê Kurd re di nav piştevaniyê de ne û azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dikin. Wê bal kişand ser nakokiya mezin a di navbera gotinên Fransa yên li ser têkoşîna li dijî terorê û helwesta wê ya li hemberî gelê Kurd de û destnîşan kir ku bi taybetî li Rojava piştgiriyeke bes nayê dayîn ji bo têkoşîna ku gelê Kurd dide. Sandra Regol diyar kir ku wekî Keskan ew bi salan e zextên li ser gelê Kurd tînin rojevê, li hemû herêmên ku Kurd lê dijîn di nav piştevaniyê de ne û ew ê li dijî van bêdadweriyan têkoşîna xwe bidomînin. Sandra Regol her wiha anî ziman ku tevî ku gelê Kurd bi êrîş û zextên giran re rû bi rû dimîne jî, her carê li ber xwe dide û dest ji têkoşîna azadiyê bernade û destnîşan kir ku ew ê li gel gelê Kurd bin.
ROJAVA SEMBOLEK E
Cîgira Şaredarê Strasbourgê Hulya Turan jî diyar kir ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mercên îşkence û tecrîdê, beşek ji polîtîkayeke demdirêj a tepisandinê ye ku li hemberî nasname, çand û zimanê Kurdî tê meşandin. Hulya Turan bal kişand ser giringiya têkoşîna nasnameyê û daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd û got ku Rojava ne tenê herêmek e, di heman demê de sembolek e. Hulya Turan anî ziman ku rola jinan a li Rojava û wekheviya jin-mêr di civaka Kurd de xwedî giringiyeke navendî ye û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û mafê diyarkirina çarenûsa xwe berdewam dike.
DIVÊ DI NAV YEITIYÊ DE SIYASET WERE MEŞANDIN
Li ser navê Partiya Goran Miran Saleh, komploya navneteweyî şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ku 27 sal in li qadan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide. Miran Saleh got ku komploya duyemîn a li dijî Kurdan li ser destkeftiyên li Rojava ye û gelê Kurd di nav yekîtiyê de li dijî vê komployê derdikeve. Miran Saleh bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Rojava, divê siyaseta Kurd daxwazên gel li ber çavan bigire û di nav yekîtiyê de siyasetê bimeşîne.
ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA NE TESADUF IN
Li ser navê PYD’ê Mizgîn Ehmed bal kişand ku komploya ku 27 sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dewrê de ye, îro paradîgmaya demokratîk, wekhevîxwaz û jin-parêz a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava ava kiriye hedef digire û got: “Ev ne tesaduf e. Êrîşên terorî yên li Rojava, bi çavgirtin û konsensûsa hêzên navneteweyî tên meşandin. Lê belê gelê Kurd bi berxwedan û yekîtiya xwe van planan pûç dike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya demokratîk a Rojava, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bimeşînin; yê serbikeve azadî û vîna gel be.”
Li ser navê PJAK’ê jî Zagros Enderyarî axaftinek kir. Piştî axaftinan di mitîngê de hunermend Nuarîn û Çomerd derketin ser dikê.