Li Munîhê bi şandeya Siûdî re hevdîtin hate kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya ku ji Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî Esed Şeybanî pêk tê, bi şandeya Erebistana Siûdî re civiya.

 
Hevdîtin û têkiliyên şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de şandeya Sûriyeyê bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan bin Ebdullah re civînek pêk anî.
 
HSD'ê têkildarî civînê daxuyanî da û destnîşan kir ku Erebistana Siûdî piştgirî dide peymana 30'ê Çileyê.