Xelkê Serêkaniyê ji bo ‘vegerê’ çûn serdana Waliyê Hesekê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Komîteya Koçberan a Serêkaniyê, çû serdana Waliyê Hesekê û li ser dosyeya vegera biewle ya bajarê xwe nîqaş kir. 

Şandeyeke koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa kir. Di serdanê de li ser rewşa koçberên Serêkaniyê û rêbazên vegera li herêma xwe bi awayên guncav axivîn. Şandeyê da zanîn ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê êş û zehmetiyên koçberan gihandine gelek aliyê fermî yên hundir û derve. Her wiha piştî lihevkirina HSD’ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya 29’ê Çileyê, hîn zêdetir dosya vegera koçberan dişopînin.
 
Her wiha şandeyê bal kişand ser rola parêzgar di dosya vegera koçberan de û daxwaz kir ku dosyaya vegera koçberan bigihêje hemû aliyên fermî.
 
Parêzgar Nûredîn Ehmed Îsa got doza vegera koçberên Serêkaniyê yek ji dozên sereke ye ku di rojevê de û ew girêdayî peymana 29’ê Çileyê li ser rê û rêbazên vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê dixebitin. Îsa, di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ew her tim dosyaya koçberan dişopînin, êş û zehmetiyên koçberan digihînin gelek aliyan û ji bo vegerin bi hikumeta Şamê re di nava têkiliyê de ne.
 
Bi domdarî Îsa diyar kir ku di pêvajoya pêş de ew ê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bigihêjin rê û rêbazên vegera guncav û ewle ya koçberên Serêkaniyê û bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re di nava têkiliyê de bin.
 
Di civînê de parêzgar û şandeyê diyar kir ku e dê di wexteke nêz de ji bo şopandina dosyaya koçberan li hev bicivin. Di dawiya serdanê de Îsa got ew ê bi hev re li ser dosyaya vegera koçberan bixebitin.