NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan rojnamevan, akademisyen û mamostayên olî yên Herêma Kurdistanê li ser metirsiya li ser Kurdan bangek lezgîn kirin û gotin; “Divê Kurd yekrêziya xwe çêbikin û xwe ji bo hemû egeran amade bike.”
Bi dehan rojnamevan, akademisyen û mamostayên olî yên Herêma Kurdistanê Kurdistanê, der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd ji bo raya giştî bangeke lezgîn belav kirin. Di bangê de hat gotin ku ji ber êrişa vê dawiyê ya li ser Rojavayê, metirsiyeke mezin li ser hemû neteweya Kurd çêbûye, niha agirbest heye, lê hîn jî dilê xelkê Kurdistanê ne rihet e û koçber venegeriyane cihê xwe. Her wiha îşaret bi dorpêça li ser Kobanê û derdora wê jî hat kirin.
Di berdewmaiya bangê de wiha hat gotin: “Li beramberê vê dagirkeriya ku buye sedema karesata mirovî û sucê şer, bêdengiye welatên herêmê û navnetewî, ji bo hemû Kurdan bûye waneyek dîrokî û ezmûnek nû. Dibe ya ku li Suriyeyê rûdayî, li cihek din yê Kurdistanê dubare bibe. Divê Kurd bi yekrêziyê, xwe ji bo hemû egerên ku nayên xwestin amade bike. Hêvênê vê yekbûnê wê di nerazîbûnên berfireh ên navxweyî de bi zelal tê dîtin.
Ev yekîtiya divê rewşa awartede, çeka herî bihêz ya netewa meye. Lê mixabin hinek caran di cîhana mecazî û rast de, dengek tê dibihîstin ku berovajiyê vê yekîtiyê, dabeşbûnê di afirîne. Divê rêz li hemû pîrozî û fikirên cuda were girtin, divê mazlûmiyeta Kurdan bibe havênê yekîtiya gelê Kurd. Di her eniyek fikrî de, divê dijatiya dijî zordaran bi hevre bikin proje û nexşerêya xwe. Em rê nedin hinek kes vê yekitiya ku berhema hewldanên her kesiye têk bibe. Piştgiriya îro ya berfireh a ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşana wefadariya miroviye. Em bang li partiyên siyasî, saziyên ragihandinê, rêxistinên civaka sivîl û hemu Kurdan dikin, li ser xalên hevbeş bihevre kar bikin û di nava fikirên cûda de jî bibin pira yekitiyê. Divê raya giştî hemberî metirsiyan were birêxistinkirin û xwe ji hemû karên ku bibe sedema parçebûnê durbixin. Yekxistina nav mala Kurdan ji her tiştî girîngtire, divê em peyamên ku ruhê yekîtiyê di afirînin qebûl bikin. Em ji cîhanê re bêjin tevî nakokiyên me, em li ser armanceke bilind lihev dikin.”
Navê kesên ku îmzeya xwe danînê binê bangê ev in:
M.Hesen Şemêranî- zanayê olî
Tofîq Kerîm-Nivîskar
Dr. Keywan Azad-Mamostayê Zanîngehê
Kemal Reuf – Rojnamevan
Nazim Ebdullah – siyasetmedar
Ebûbekir Karwanî – nivîskar û siyasetmedar
Yasîn Hesen – Siyasetmedar
Soran Heme Reş – dîroknas
Dr. Hogir Mehmud – Mamosteyê Zanîngehê
Mihemedd Reuf Mihemed– nivîskar û siyasetmedar
Selah Salar – Rojnamevan
Dr. Fatih Sengawî – Parlamenter
Omêd Parezanî – Nivîskar
Seîd Elî – Rewşenbîr
Dr. Dara Heme emîn – mamostayê zanîngehê û rewşenbîr
Mohsin Huseyin – siyasetmedar
Riyaz Kake – xwendekar
Mesûd Ebdulxaliq – nivîskar û rewşenbîr
Remezan Namiq – Rewşenbîr
Ebdulrehman Ehmed – çalakvanê siyasî
Fazil Heyder – Rewşenbîr
Ehsan Yasîn Zalmî – Rewşenbîr
Dr. Yehya Omer Rêşawî – Mamostayê Zanîngehê
Asos Herdî – Rojnamevan
Dr. Hawar Kemal Mîrza – Mamosteyê Zanîngehê
Dr. Hardi Mike Ali – Mamosteyê Zanîngehê
Dr. Ejî Azad – Serokê Navenda Kurdistanê
Dr. Yasin Taha Mihemed – Mamostayê Zanîngehê
Dr. Enwar Ferec – Mamostayê Zanîngehê
Dr. Serwer Abdurrahman – Serokê Enstitûya Pay
Saman Heme Kerim- Rojnamevan
Nabil Hama Saleh Ezîz – Rêveberê Perwerdehiya Şarezûrê
Hawkar Izet Mike – Rojnamevan
Peyam Mihemed Tahir – Mafperwer
Peywend Kemal Mehmud – Parêzer
Dr. Saman Saleh – Mamostayê Zanîngehê
Aram Seîd – Nivîskar
Gimo Mihemed – Parêzer û rojnamevan
Aram Seîd – Nivîskar
Gimo Mihemed– Parêzer û Rojnamevan
Dr. Geşe Hefîd – Çalakvan
Şukrullah Hemê Emîn – Çalakvan
Rêbaz Farûq – Çalakvan
Kosret Ehmed Bêkes- çalakvan
Nehro Allayî- rojnamevan û çalakvan
Niştiman Kemal-çalakvan
Semed Mihemed – Parêzer
Hîwa Seyîd Selîm – Çalakvan
Aram Helednî – Çalakvan
Hêmin Hesen – Rojnamevan