‘Nexweşiyên Felem Aker girantir dibin û divê were berdan’

Parve bike:

COLEMÊRG - Eşref Aker diyar kir ku astima kronîk dibe sedema kêmasiya oksîjenê, bandorekî xerab li dil û mejiyê girtî Felem Akerê dike û rewşa wê roj bi roj xiraptir dibe. Aker bang kir ku ji bo tedawiyê divê hevjîna wî tavilê were berdan.

Felem Aker, di 14’ê Tebaxa 2020’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û girtin. Felem Aker piştî 6 mehan hat berdan, lê piştî du salan, cezayê wê yê 6 sal û 3 meh hat erêkirin, carekî din hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Felem Aker di Kanûna 2024'an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê emeliyata kîsikê zirav bû, lê piştî 12 rojan berî ku tedawiya wê bi dawî bibe, dîsa birin girtîgehê.
 
Felem Aker di girtîgehê de bi dehan caran krîza astimê derbas kir. Tevî ku piştî fîlmên radyolojî û patolojiyê doktor gotibû ev nodul bi xeter in û tedawî pêwîst e, tu gav nehatin avêtin. Hat zanîn ku ji ber kêmbûna oksîjenê, dil, mejî û organên wê yên jiyanî zede bandor bûne. Tevî ku ev rewşekî krîtîk e û mudaxeleya lezgîn pêwîst e, wezîfedarên tenduristiyê yên girtîgehê ev rewşa giran bi gotina 'derûnî ye" paşguh kirine.
 
'JI BER XEBATÊN JI BO GEL DI GIRTÎGEHÊ DE YE'
 
Hevjînê wê Eşref Aker bi bîr xist ku Felem Aker di sala 2021'an de hatiye girtin û wiha got: "Felem di nav xebatên partiyê de bû, encumenî kir, herwiha hevserokatiya HDP’ê ya navçeyê jî kir. Niha ev 4 sal in di girtîgehê de ye. Tevî ewqas nexweşiyan di zindanê de tê ragirtin. Mîna wê gelek girtiyên nexweş jî hene. Ev bêwijdanî ye. Hiqûq, edalet û bawerî tune ye, heke hebûya nexweşek mîna wê saniyeyekê jî li wir nededihiştin. Tu qanûn, exlaq û ol vê rewşê qebûl nake. Felem tenê ji ber ku ji bo gelê xwe xebitî di girtîgehê de ye."
 
'NEXWEŞIYA HEVJÎNA MIN GIRANTIR DIBE'
 
Aker bal kişand ser giranbûna nexweşiyên Felemê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Niha her roj divê oksîjenê bistîne. Astima wê heye û rêjeya oksîjenê di laşê wê de carinan heta 45’an dadikeve. Beriya du mehan emeliyata guatirê bû. Piştre şandin Saziya Tiba Edlî (ATK). Dîsa qirika wê werimiye û divê emeliyat bibe. Lê tevî vê yekê jî ATK’ê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' daye. Ji ber ku edalet tune ye. Navê vê zilm e. Girtîgeh bi girtiyên nexweş dagirtî ne. Nexweş bi tedawiya rojane baş nabin. Bila girtiyên nexweş berdin, em wek malbat li wan binerin. Heke piçek edalet, hiqûq û wîjdan hebe, divê hemû girtiyên nexweş tavilê werin berdan."
Nûçeyên Têkildar
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê

Hamît Akay û Dogukan Magol ên ji ber protestoyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatibûn girtin ji ber nerazîbûna li dijî kamerayên li qawişan hatin derbkirin û xistine hucreyê. Hate zanîn ku Akay û Mogol li dijî vê sepanê ketine greva birçîbûnê.

Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî

Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.

Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin
Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê par piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" hat berdan, piştî rapora duyemîn a "dikare di girtîgehê de bimîne" hat girtin.

 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin
Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin

Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin.

Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê
Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza lêkolînkirina pirsgirêkên girtiyên jin dijîn pêşnûmepirs da Meclisê.