Serokê SUDEF'ê: Divê gel ji bo Destûra Sûriyeyê bibin tifaq
MÊRDÎN - Serokê SUDEF'ê Evgîl Turker diyar kir ku êrişên li ser Rojava li pêkvejiyanê tên kirin û destnîşan kir ku Peymana 30’ê Çileyê destkeftiyekî girîng e û got: "Qonaxa piştî vê, Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ye. Divê gel di vê pêvajoyê de bibin tifaq."
Êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û dorpêça li ser Kobanê, tevî Kurdan civakên Ereb, Suryan, Ermen, Asûrî, Êzidî û gelek gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin hedef. Ev gelên ku bi salan e di Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, ji rojên pêşîn ên şoreşê ve hem di qada siyasî û hem jî di qada leşkerî de cih digirin. Serokê Federasyona Komeleyên Suryan (SUDEF) Evgîl Turker, êrişên li ser Rojava û geşedanên dawî nirxand.
'ÊRIŞ LI DIJÎ PÊKVEJIYANÊ BÛ'
Turker anî ziman ku armanca êrişên li ser Rojava hilweşandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bal kişand ku HTŞ û hêzên bi wê re bi zanebûn Peymana 10'ê Adarê pêk neanîn. Turker diyar kir ku êriş ne tenê li dijî Kurdan, lê li dijî pêkvejiyana di çarçoveya Paradîgmaya Neteweya Demokratîk de bûn û ev tişt got: "Ev êrişek li ser paradîgmayê, li ser şêwazê jiyanê û li ser rêveberiya xweser bû. Di nava HSD’ê de Meclisa Leşkerî ya Suryan, Meclisa Leşkerî ya Ermen û hêzên Asûrî jî hene. Van pêkhateyan ji roja pêşîn ve li her eniyê bi hev re şer kirin. Ji ber vê yekê ev êriş li dijî pêkvejiyana hemû gelan hatiye kirin."
'DESTKEFTIYEKÎ GIRÎNG E, DIVÊ WERE PÊŞXISTIN'
Turker destnîşan kir ku Peymana 30'ê Çileyê ya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, her çend hemû daxwazên gelê Suryanî bi cih neanîbe jî, ji bo Kurdan û gelên din destkeftiyekî girîng e û wiha pê de çû: "Bi salan e li herêmê rêveberiyekî xweser hebû, hêzên navneteweyî ew bi fermî nenasîn. Li gorî nêrîna min, Peymana 30'ê Çileyê qebûlkirinek e û dê di pêşerojê de hîn bêtir pêş bikeve. Qonaxa piştî vê, Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ye. Divê hemû nasnameyên cuda yên wekî Suryanî, Kurd, Elewî û Durzî xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin."
'DIVÊ GEL BIBIN TIFAQ'
TUrker diyar kir ku heke gel di pêşerojê de tifaqeke xurt ava bikin, destura bingehîn a demokratîk pêkan e û got: "Heke her kes bi nasname, reng, ziman û baweriya xwe were qebûlkirin, Sûriye dê vegere ser nasnameya xwe ya rast. Sûriye tenê ji bermahiyên HTŞ an jî DAIŞ’ê pêk nayê. Heke hemû gel bi hev re tevbigerin û destûrekî bingehîn a demokratîk, wekhevpar û sekuler were nivîsandin, Sûriye dê hêdî hêdî bikeve ser rêya rast. Kurd di vê pêvajoyê de hêza pêşeng in. Peymana hatî kirin Suryanên ku jiyana hevbeş ava kirine jî dihewîne."
'BI ÎNKARÊ NE TIRKIYE NE JÎ SÛRIYE BI SER KET'
Turker bi bîr xist ku gelên Suryan û Asûrî ne tenê li Rojava, li her bajarên Sûriyeyê yên wekî Hema, Humus û Helebê jî dijîn û banga tifaqeke xurt kir. Turker destnîşan kir ku di Peymana 30’ê Çileyê de mudaxeleya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan krîtîk bû û wiha got: "Mudaxeleya rêzdar Ocalan û pêkhatina vê peymanê girîng e, bawerî û hêviya Suryanan di vê mijarê de bi wî heye. Li Tirkiyeyê jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome. Polîtîkayên yekparêz û înkarê yên sed salî ne bi kêrî Tirkiyeyê ne jî bi kêrî Sûriyeyê hatin. Li şûna ku li kêleka Tirkiyeyê avahiyekî bi hişmendiya DAIŞ’ê hebe, Sûriyeyekî demokratîk û sekuler ji bo Tirkiyeyê çêtir e. Hem gelên li Sûriyeyê hem jî yên li Tirkiyeyê vê yekê dixwazin. Em li kêleka xwe Komara Sûriyeyê ya demokratîk, sekuler û ya ku hemû gelan dihewîne dixwazin."
BANGA JI BO HIKÛMETA DEMKÎ
Turker bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kir û diyar kir ku divê biryarnameyekî mîna ya ji bo Kurdan hatiye derxistin, ji bo Suryanan jî were derxistin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê were ragihandin ku Suryan bi nasname, ol û zimanê xwe tên qebûlkirin. Heke hikûmeta Şera bixwaze Sûriyeyê bi pêş bixe, divê vê yekê bi hemû gelan re bike. Ramanên ji Serdema Navîn mane bi kêrî kesî nayên. Di pêvajoya destûra bingehîn a nû de, divê em mercên xebata hevpar biafirînin."
MA / Ahmet Kanbal