NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Têkiliyên Derve yê PDKÎ Hîwa Behramî diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan fersendek e û got: "Rêya rizgariyê ya ji bo Kurdan û gelên din ên Îranê hilweşandina rejimê ye. Yekitiya siyasî ya Kurd jî temînata serkeftina me ya li Îranê ye."
Li Îranê protestoyên ku di 28'ê Kanûnê de li Bazara Tehranê dest pê kirin berdewam dikin, di vê pêvajoyê de hêzên rejimê bi deh hezaran kes qetil kirin. Kurdên Rojhilat û Lûr ku pêşengiya protestoyan dikirin, bi polîtîkayên tecrîdê û qutkirina înternetê ya rejimê re, bi rejîmekî rewşa awarte ya fîîlî re rû bi rû man. Tevî ku pasdarên rejimê ji roja pêşîn ve bi çekên giran êrişê Kurdên li Rojhilatê kirin, gelê Kurd kolan neterikandin.
Di rojên destpêkê yên berxwedana gelê Rojhilat de, Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku ji 7 partiyan pêk tê, danezanek weşandibû û tê de ragihandibû ku ew ê çalaktir bixebitin, hem ji bo diyaloga bi rejimê re û hem jî ji bo temsîliyeta Kurdên Rojhilat di qada navneteweyî de.
Serokê Departmana Têkiliyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDKÎ) Hîwa Behramî, rewşa dawî ya Rojhilat û têkoşîna her 7 partiyan nirxand. Behramî anî ziman ku tevî cudahiya bername û îdeolojiyan, her 7 partî ji bo paşeroja gelê Kurd hatine cem hev û armanca wan a hevpar ew e ku bingehekî xurt ji bo temsîliyeta gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ava bikin.
DAMEZIRANDINA FERMÎ DÊ DI ROJÊN PÊŞ DE WERE RAGIHANDIN
Behramî diyar kir ku Navenda Diyalogê hîn "bi fermî" nehatiye avakirin û partiyan tenê bi înîsiyatîf tevgeriyane û ev tişt got: "Em ê di rojên pêş de bi navekî nû damezirandina xwe ya fermî ragihînin. Yek ji faktorên sereke yên serkeftina tevgera rizgariya Kurd yekitiya netweyî ye. Wek PDKÎ, me her tim ev mijar destnîşan kiriye û ji bo avakirina eniyekê di navbera partiyên Rojhilat de hewildanên dîrokî dane. Em Kurd neteweyek in û welatekî me heye, lê ji ber ku Kurdistan di navbera çar dewletan de hatiye parçekirin, em neçar in li gorî mercên siyasî yên li ser me hatine ferzkirin têbikoşin. Rojhilatê Kurdistanê bi dehan sal in li dijî rejîma Îranê li ber xwe dide û me di vê rêyê de bi deh hezaran şehîd dane."
‘PARTIYÊN CUDA NÎŞANEYA PÊŞKETINA CIVAKÊ NE’
Behramî anî ziman ku her partî û hêzeke siyasî li gorî kapasîteya xwe têdikoşe û ev rewş salên dirêj parçe maye û nebûna eniyekî siyasî ya yekgirtî ev parçebûn kûrtir kiriye. Behramî diyar kir ku niha hem ji bo Îranê hem jî ji bo Rojhilat qonaxeke krîtîk e û wiha pê de çû: "Em di qonaxekî taybet û krîtîk de ne. Polîtîkayên navxweyî, herêmî û navneteweyî yên rejîma Îranê, ew xistiye bin zextekî siyasî ya giran. Ev rewş ji bo gelên li Îranê, bi taybetî ji bo Kurdan, fersendên mezin diafirîne ku têkoşîna xwe geş bikin. Heke ev yek bi yekitiyê ve were kirin, encam dê hîn bihêztir û zelaltir bin."
‘HELWESTA ME YA HEVPARWELATÊ ME YÊ PARÇEKIRÎ YE’
Behramî destnîşan kir ku hebûna partiyên bi nêrînên cuda tiştekî xwezayî ye û ya girîng dîtina rêbazekî ji bo parastina yekitiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke cudahiya nêrînan nebûya, di her civakê de dê tenê partiyek heba. Hebûna partiyên cuda, nîşaneya pirrengiya siyasî û taybetmendiya demokratîk a civakê ye. Nirxên neteweyî li ser îdeolojiya partiyan re ne. Em neteweyekî bindest in, lewma rizgariya Kurdistanê û miletê me berî her tiştî tê. Tenê dema em bibin miletêkî azad, em dikarin ji bo pêşketina gelê xwe gavên xurt biavêjin. Rizgariya Kurdistanê û rewşa bindestiya miletê me, me tîne cem hev. Em neteweyek in ku welatê wî hatiye parçekirin, lê dîrokê qet nekarî Kurdan ji hev veqetîne. Rojhilat her tim êş û azarên perçeyên din wekî yên xwe dîtine û bi serkeftina wan şa bûye."
‘DIVÊ KURD BAWERÎ BI HÊZA XWE BÎNIN’
Behramî bal kişand ser êrişên li ser Rojava û bi bîr xist ku gelê Kurd li Rojava ne tenê ji bo azadiya Kurdan, lê li dijî DAIŞ'ê ku gefek li ser hemû cîhanê bû têkoşîneke mezin da û got: "Miletê me çawa ku di parastin û berxwedanê de şiyana xwe îspat kiriye, divê di qada siyasî de jî hêz û şarezabûna xwe nîşan bide. Pêvajoya li Sûriye û Rojava ne tenê meseleya Kurd û Ereban e, bi gelek berjewendiyên herêmî û navneteweyî ve girêdayî ye. Divê Kurd berî her tiştî baweriyê bi hêza xwe ya cewherî bînin."
GIRÎNGIYA KOORDÎNASYONA DI NAVBERA HÊZAN DE
Behramî destnîşan kir ku koordînasyona di navbera hêzên Rojhilat de diyarker e û ev hêz dê di parastina gel û dabînkirina ewlehiyê de rolekî serke bileyîzin û wiha axaftina xwe domand: "Yekitiya siyasî ya Kurd, temîna serkeftina me ya li Îranê ye. Di qada navneteweyî de jî dema partiyên Rojhilat wek eniyekê tevbigerin, dê kapasîteya wan a dîplomatîk zêde bibe û wek aktorekî siyasî yê bihêz bên qebûlkirin. Bandora welatên Rojava li ser Rojhilata Navîn nayê înkarkirin, ji ber vê divê em girîngiyekî mezin bidin xebatên dîplomatîk."
'EV PÊVAJO JI BO ME FERSEND E'
Behramî anî ziman ku rejîma Îranê di nav krîzeke kûr de ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Îran bi krîza rewabûnê re rû bi rû ye. Gel ji ber polîtîkayên şaş di nav mercên herî xirab ên aboriyê de dijî û ji her cure azadiyê bêpar e. Ji bilî serhildanê tu rêyekî din ji gel re nemaye. Rejîmê li dijî daxwazên gel, di çend rojan de bi deh hezaran mirov qetil kir. Ji ber pirsgirêkên navneteweyî, rejîma Tehranê di bin zextekî siyasî ya cidî de ye û dibe ku ev rewş bibe sedema şerekî mezin li dijî rejimê. Kurd jî divê ji her fersendê sûd werbigirin. Em dizanin ku di nav vê rejimê de mafên me nayên bidestxistin, lewma rizgariya yekane hilweşandina rejimê ye. Ez bawer dikim ku Rojhilat ji her senaryoyê re amade ye. Li tevahiya Kurdistanê yar herî girîng yekitî ye, Kurdan ji ber parçebûnê gelek fersend wina kirin. Niha li Bakur jî pêvajoyek dest pê kiriye ku dikare bibe gavekî girîng ji bo çareseriya siyasî. Li herêmê guherînên mezin de dibin. Pirsgirêka Kurd pirgirêka herî girîng e ku divê were çareserkirin. Gelê me her tim ji bo çareseriya aştiyane amade ye, lê dema nasnameya wan were înkarkirin û rêyên siyasî werin girtin, dest bi çekan kirine."
MA / Ceylan Şahînlî