Îskender Bayhan: Deriyên sînor vekin, dev ji gotinan berdin

Parve bike:

ÎZMÎR - Parlamenterê EMEP'ê yê Stenbolê Îskender Bayhan bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û banga vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir û got: "Tavilê deriyên sînor vekin, ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin û dev ji gotinan berdin."

Tevî peymana ku di 30’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de hatibû îmzekirin, dorpêça li ser Kobanê hîn jî didome. Li bajarê Kobanê yê ku bi hezaran koçber ji ber êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Tebqa, Reqa, Eyn Îsa, Girê Spî û herêmên din, bi cih bûbûn ji ber dorpêçê rewşekî dijwar dijîn. Pêdiviyên bingehîn nayên dabînkirin, nexweşî belav dibin û krîza mirovî roj bi roj kûrtir dibe. Rexmê vê yekê dorpêç nayê rakirin û alîkariyên ji bo Kobanê jî tên astengkirin. Ji gelek aliyan bang tên kirin ku dorpêç bi dawî bibe û deriyên sînor ji bo alîkariyê werin vekirin.
 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) û Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan, der barê dorpêçê de ji me re axivî û destnîşan kir ku 4 deriyên sînor ên girtî, îro herî zêde pêdivî bi vekirina wan heye. Bayhan diyar kir ku venekirina Deriyê Murşîtpinarê ji bo rejîma qesrê şermek e û ev tişt got: "Venekarina vî derî nîşaneya valabûna gotinên li ser aştî, biratî û jiyana hevbeş a gelan e. Ev nîşaneya xapandinê ye. Divê ew derî tavilê were vekirin. Êdî ev welat tehemulî vê siyasetê nake. Hûn nikarin bi gotinên li Meclisê, kedkarên vê xakê çi Kurd, Tirk, Ereb, Ermen, Elewî yan Sunî bin  bixapînin. Deriyan vekin û ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin, dev ji gotinan berdin."
 
BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Bayhan destnîşan kir ku helwesta gelê Rojava ya ji bo jiyana demokratîk pir bi qîmet e û wiha pê de çû: "Karker û kedkarên li Tirkiyeyê divê vê rastiyê bibînin. Yên ku wan neçarî kêmtirîn mûçeyê dikin û yên ku li Rojava dorpêçê didomînin, heman hêz in. Divê em bi protesto û têkoşînê, karkerên ku hêviya xwe bi rejîma qesrê û Tifaqa Cumhur ve girêdane, hişyar bikin. Bi mezinkirina têkoşînê, em ê karibin van polîtîkayan têk bibin."
 
'GEL DÊ ÊRIŞKARIYA EMPERYALÎST TÊK BIBE'
 
Bayhan herî dawî bal kişand ser mudaxeleya DYA’yê ya li ser Venezuelayê û êrişên li ser Rojava yên bi piştgiriya hêzên navnetewyî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dixwazin wekî ku emperyalîzma DYA’yê nayê rawestandin û astengkirin nîşan bidin û bi vî rengî hevkariya bi DYA’yê re rewa bikin. Lê rastî ne ev e. Heke Rûsya an Çîn emperyalîzma DYA’yê bisekinînin, ev jixwe dibe şerê cîhanê. Karkerên li Amerîkayê dê vê emperyalîzmê rawestînin. Êrişkariya emperyalîzmê, dê bi têkoşîna gelan a li dijî desthilatdarên hevkarên emperyalîzmê ve têk biçe."
 
MA / Ugurcan Boztaş