ROJEVA 11'Ê SIBATA 2026'AN

Parve bike:
* Komploya li dijî Abdullah Ocalan ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi pêşengiya DYA û hevkarên wan ve hat çêkirin, di sala xwe ya 27'an de ye. Ocalan ku komployê bi her awayî di pirtûka xwe ya "Doza Atînayê" vedibêje, wekî yek ji mezintirîn operasyonên siyasî di dîrokê de cih girt.
 
* Parlamenterê EMEP'ê yê Stenbolê Îskender Bayhan bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û banga vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir û got: "Tavilê deriyên sînor vekin, ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin û dev ji gotinan berdin."
 
* Serokê Têkiliyên Derve yê PDKÎ Hîwa Behramî diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan fersendek e û got: "Rêya rizgariyê ya ji bo Kurdan û gelên din ên Îranê hilweşandina rejimê ye. Yekitiya siyasî ya Kurd jî temînata serkeftina me ya li Îranê ye."
 
* Serokê SUDEF'ê Evgîl Turker diyar kir ku êrişên li ser Rojava li pêkvejiyanê tên kirin û destnîşan kir ku Peymana 30’ê Çileyê destkeftiyekî girîng e û got: "Qonaxa piştî vê, Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ye. Divê gel di vê pêvajoyê de bibin tifaq."
 
* Eşref Aker diyar kir ku astima kronîk dibe sedema kêmasiya oksîjenê, bandorekî xerab li dil û mejiyê girtî Felem Akerê dike û rewşa wê roj bi roj xiraptir dibe. Aker bang kir ku ji bo tedawiyê divê hevjîna wî tavilê were berdan.
 
* Parêzer Rostem Siyahtaş destnîşan kir ku misogerkirina "mafê hêviyê" dê di çarçoveya pêvajoyê de baweriyê ava bike û got ku misogerkirina azadiya fızîkî ya Abdullah Ocalan di çarçoveya "mafê hêviyê" de ji hêla qanûnî ve û li gor hiqûqa DMME'yê mecbûrî ye.
 
* Akademîsyenê îtalî Federico Venturini, bêdengiya hikûmetê ya di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rexne kir û got ku aştî tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. 
 
* Civaknas Vîrdar Sêymere ku şahidiya çalakiyên li Îranê kir, armanca nîşeyên di tevahiya pêvajoyê de li cem xwe girtî wiha vegot: "Armanca min ne mezinnkirina hêrsê û pîrozkirina mirina ye. Tekane armanc vegotina rastiyê ye. Û em, ji bo vegotinê dijîn." 
 
* Rêxistinên maf û hiqûqê yên li Îzmîrê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî girtiyan gên kirin, li şaxa ÇHD'a Îzmîrê daxuyaniyê bidin. (12.30)
 
* DEM Partî dê civîna heftane ya koma partiya xwe li Meclisê li dar bixe. (12.45-13.30)
 
* Danişîna 3'yemîn a doza rojnameger Ercument Akdenîz ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (14.30)