Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 21:44
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di civîna gel a li Hesekê de destnîşan kir ku saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî civînekî gel bû û paşeroja Rêveberiya Xweser nirxand. Ebdî destnîşan kir ku saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin.
Ebdî diyar kir ku di avahiya heyî de dê hinek guhertinên îdarî werin kirin û destnîşan kir ku saziyên di nava Rêveberiya Xweser de dê veguherin statuya "miduriyetê". Herwiha Ebdî anî ziman ku Deriyê Sînor ê Sêmalkayê dê mîna rewşa xwe ya heyî xebatên xwe bidomîne û tûgayên leşkerî yên girêdayî HSD’ê jî dê li Dêrik, Qamişlo û Hesekê bên bi cihkirin.